Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyeke ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin, nasnameya 6 cangoriyên Kobanê aşkera kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi îdîayek xurt û heta dilopa xwîna xwe ya dawî rêya serketinê armanc girtin. 6 rêhevalên me bi îradeyek xurt di şerê Kobanê de cihê xwe girtin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî çeteyan şer kirin û gihîştin şehadetê.
Di giyana van hevalan de berxwedan û têkoşîn di asta herî jor de bû. Zanistiya wan a ji jiyanê re hişt ku li dijî çeteyan şer bikin da ku mafê gelê bindest bi dest bixin û jiyanek hevpar ava bikin.
Armancên şehîdên me wê bi berxwedan û têkoşînê bigihîjin encamê. Erka me ya sereke ew e ku em soza xwe bi şehîdan re nû bikin û rêya azadiya gelan heta dawiyê bişopînin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên cangoriyan wiha ne:
-Argeş Efrîn, 25’ê Sibata 2015 li gundê Çelebiyê- Kobanê jiyana xwe ji dest da.
- Armanc Kobanê, 25 Sibat 2015 Gundê Çelebiyê – Kobanê jiyana xwe ji dest da
-Leyla Dêrik, 2 Adar 2015 Gundê Çelebiyê – Kobanê jiyana xwe ji dest da
- Reşîd Serdar, 2 Adar 2015 Gundê Çelebiyê- Kobanê jiyana xwe ji dest da
- Hêvî Jiyan, 2 Adar 2015 Gundê Çelebiyê- Kobanê jiyana xwe ji dest da
- Navdar Kobanê, 2 Adar 2015 Gundê Çelebiyê- Kobanê jiyana xwe ji dest da
Güncelleme Tarihi: 08 Mart 2015, 20:34