'Serketin wê ya jinên bawer dikin be'

Stranên azadiyê yên jinên bi ruhê serketina Kobanê ber bi azadiya Ocalan dimeşin li kolanên Fransa ne.

'Serketin wê ya jinên bawer dikin be'
Stranên azadiyê yên jinên bi ruhê serketina Kobanê ber bi azadiya Ocalan dimeşin li kolanên Fransa ne. Yek fermandarên YPJ’ê Gulan Avaşîn ku bi rêya telefonê beşdarî meşa jinsan bû got, “Wê ruhê berxwedan û azadiyê yê jinan ku ji Kurdistanê destpê kir û li bajarên Ewropa bilind bû wê Rêberê me azad bike.”


Meşa jinan a di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJKE) ya bi armanca şermezarkirina 16. Salvegera Komploya Navneteweyî û bi daxwaza azadiya Ocalan ji Bern ber bi Strasboug destpê kirin di roja sêyemîn de li Sierentz a Fransa bû. Jin di sêyemîn roja meşê bi coşeke mezin di deriyê sînor ê Saint Louis Fransa – Swîsre re derbas bûn. di meşê de ku 115 jin û bi giştî 145 çalakvan beşdarî meşê bûne her roj piştgiriya ji meşê re zêde dibe.

Dirûşmên jinan ên bi daxwaza, “Ji Ocalan re azadî”, “Bila komkujiya Parîsê bê ronîkirin”, “Bila PKK ji lîsteya terorê bê derxistin” li kolanên Fransa deng vedidin.

Li ser rêya çalakvanan Kurdistanî û dostên wan seferber bûne. çalakvan êvaran li gel malbatan dimînin Jinan sêyemîn roja meşê ku li bajaroka Sîerentz a Fransa temam kirin, paşê tevlî aktîvîyeta li Navenda Çandê ya Elewiyan a Molhouse bûn. Li gel Kurdistaniyan rêxistin çep ên wek MKP, Partîzan, MLKP jî piştgiriya xwe nîşan dan.

FERMANDARA YPJ’Ê Bİ RÊYA TELEFONÊ BEŞDAR BÛ

Bi armanca piştgiriya ji meşê re yek ji fermandarên YPJ’ê Gulan Avaşîn bi rêya telefonê beşdarî aktîvîyeta ku ji bo çalakvanan hat lidaristin bû. Avaşîn da xuyakirin ku ruhê berxwedan û azadiyê yê jinan ku ji Kurdistanê destpê kir û li bajarên Ewropa bilind bûye.

Avaşîn got ku wê bi reng û têkoşîna jinan gelên cîhanê azad bibin û wiha axivî: “Têkoşîna jinên Kurd ne tenê ji bo wan têkoşîna jinên li deverên herî dûr ên êşê dikişînin.”

Avaşîn diyar kir ku meşa azadiyê ya jinan bi coşeke mezin bandorê li wan dike û got, “Wê têkoşîna li Kobanê û Şengalê bidome. Berxwedana hatiye destpêkirin wê jinên cîhanê û Rêberê me azad bike. Wê azadî ya jinên bawer dikin be. Dilê me bi we re ye wê azadî bi ser bikeve.”

Piştî axaftina Avaşîn ku aktîvîte bi dawî bû meşa azadiyê ya jinan di roja çaremîn de wê îro ji bajaroka Sierentz destpê bike.

Güncelleme Tarihi: 07 Şubat 2015, 10:24
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER