Nasnameya 3 şervanên YPG’ê hate eşkerekirin

Navenda Ragîhandin û Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên YPG’ yên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane eşker kir.

Nasnameya 3 şervanên YPG’ê hate eşkerekirin

Navenda Ragîhandin û Çapemeniya YPG’ê  bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşand nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dadne eşker kir. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

ˮRoj bi roj şoreşa Rojavayê Kurdistanê dengê xwe li tevahî cîhanê belav dibe, ew jî bi saya têkoşîna ku li Rojava tê meşandin û bi saya ked û xwîna şehîdan yên ku gulên di bin keviran de mayî şînber dikin.

Her çipas gotin bêne ziman wê birtûk û pînûs têre neke ku mafê berxwedan û têkoşîna bê hempa bê dayîn.di heman demê de wê têre neke ku mafê ew malbata ku sê zarokên xwe diyarî axa pîroz kirine ji bu misogerkirina jiyanek azad durî koletî û detihladariyê bide.

Gelê ku di bin nava çar dîwaran de mayî û bi sînor asê mayî,îro bi ked û xwêdaneke mezin li hember hemu cureyên êrîşan disekinin û xwe dikin mertal li hember dijminê mirovahiyê yê ku duxaze car din komkujiyan li ser gelan de bêne têdkoşin.

Îro li rojavayê kurdistanê Yekîneyên me û gelê me yê welat perwer li hember hemu hewildanên dagirkeriyê disekinin, bi dehan ciwan ji deverên cuda îro beşdarî nava refên berxwedanê dibin û sing bi sing li hember hêzên tarî yên girêdayî Daîşê şerdikin û êrîşên wan têk dibin. Yekîneyên me soza ku bi şehîdan re dayîn îro pêk tênin û xwîna xwe dikin diyarî welat û gelê xwe.

3 şervanên me di berxwedanê ku li Serêkaniyê tê meşandin de bi fedekariyek mezin şerkirin û gihiştin asta şehadetê, di nava her sê rêhevalên me de 2 ji pêkhateyên erebin.

Di şexsê her sê hevalên me de em tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tênin û bi rêz bijna xwe li hember wan ditewênin, car din em ser saxiyê ji malbatên her sê pakrewanan û tevahî malbatên şehîdan re duxazin.ˮ

Nasnama şervanan wihaye :

DILO MELEK 1

Nav û paşnav : Dilovan Elmelek

Nasnav: Dilo Gir Faris

Navê dayîk : Rebîaa

Navê bav : Salar

Cihê ji dayîkbûnê : Gir Faris

Dîroka tevlêbûnê : 2013

Cih û dîroka şehadetê : serêkaniyê – gundê Menacîr 24 Avrêl 2015

—–

SERVAN 2

Nav û paşnav: Bunyan Elnehar

Nasnav: Şervan

Navê dayîk : Emûşa

Navê bav : Xidir

Cihê ji dayîkbûnê : Til Ehmed

Dîroka tevlêbûnê : 2014

Cih û dîroka şehadetê : serêkaniyê 25 Avrêl 2015

—–

Siyar1

Nav û paşnav: Şeiban kurdî

Nasnav: Şiyar Kurdî

Navê dayîk : Salha

Navê bav : Silêman

Cihê ji dayîkbûnê : Serêkaniyê

Dîroka tevlêbûnê : 2012

Cih û dîroka şehadetê : Serêkaniyê gundê Imeyir 24 – 2 – 2015

Güncelleme Tarihi: 28 Nisan 2015, 11:49
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER