Rêxistina HDP'ê ya Kocaeliyê ji bo namzetên HDP'ê yên Kocaeliyê bide nasîn li Salona Tanyildiz a Îzmîtê bernameyek li dar xist. Namzetên HDP'ên Kocaeliyê Alî Haydar Konca, Ayfer Koçak, Guner Kîzîr, Dîlber Ornek, Îbrahîm Ergîn, Sevda Ozer, Sînan Odabaş, Ayfer Yilmaz, Hasan Afşîn, Bedîa Salhan, Ahmet Okuyucular, hevserokên HDP'ê yên bajar û navçeyan û nûnerên rêxistinên sivîl ên Kocaeliyê tevlî bernameyê bû.
Bernameya danasînê bi rêzgirtinê destpê kir. Namzetên HDP'ê mafê axaftinê girtin û axaftinên kin kirin. Namzetê HDP'ê yê rêza yêkemîn Alî Haydar Konca diyar kir ku ji ber HDP bendavê derbas dike hikûmeta AKP'ê dest bi tirsê kir. Konca anî ziman ku HDP riya tekane ya gelan e û wiha got: "AKP ji ber vê tirsê duh li Agiriyê êrîş li HDP'ê kir. Em dê di 7'ê hilbijartinê de bersiva van provokasyonan bidin."
Namzeta HDP'ê Ayfer Koçak êrîşa duh li Agiriyê pêk hatî şermezar kir û diyar kir ku di nava mehekê de AKP û TSK dest bi provokasyonan kir û wiha got: "Bi jiyana nû em dê hemû provokasyon û tifaqên qirêj hilweşînin."
Piştî axaftinan bernama bi govendê bi dawî bû.
Güncelleme Tarihi: 12 Nisan 2015, 18:06