Namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê yê herêma 1. a Stenbolê Pîroglû sedema tercîha xwe ya ji bo HDP'ê bi gotina "Karker im, astengdar im, Elewî me, Kurd im û şoreşger im. Cihê ku ev hemû digihêjin hev HDP ye" vegot. Pîroglû destnîşan kir ku derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê wê rê li ber ji nû ve xurtbûna partiyên sosyalîst veke û got, "Ji bo em jiyanê bi xwe biguherînin çi ji destê me bê em ê bikin."
Bi namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê yê herêma 1. a Stenbolê Mûsa Pîroglû re em li ser pêvajoya hilbijartinê axivîn...
'HDP NUQTEYA GIHAŞTINA HEV E'
Hûn dikarin xwe bidin naskirin?
Navê min Mûsa Pîroglû ye, di sala 1968'an de li Erzînganê ji dayik bûm. Di sala 1988'an de dema li Zanîngeha 9 Eylulê min beşa dîrokê dixwend ji înşaetê ketim xwarê û dûre ketim rewşa astengdariyê. Min zanîngeh qedand û piştî mamostetiya 15 salan teqawît bûm. Di sala 1986'an de tevlî têkoşîna şoreşgerî bûm. Li nava refên Partiya Sosyalîst Demokrasî (SDP) me û di heman demê de encamê meclîsa partiyê me.
Çima HDP?
Ji bo vê sedema min gelekî zelal e: Karker im, astengdar im, Elewî me, Kurd im û şoreşger im. Cihê ku ev hemû digihêjin hev HDP ye. Ji bo astengiyên nû dernekevin holê cihê pirsgirêk lê çareser bibin HDP ye, lewma min HDP hilbijart. Heta ku neteweyek mafê neteweya din binpê bike ti pirsgirêk çareser nabe. Ji ber ku min ji vê bawer kir, min HDP hilbijart. Ji ber ku bawer dikim têkoşîna gelê Kurd wê tevahiya welêt demokratîk bike min HDP hilbijart. Ji ber ku min bawer kir karker, kedkar, xizan û hemû kesên ji xwe dibînim li nava refên HDP'ê ne min HDp hilbijart. Her tim ji min pirsa 'Çima HDP?' dipirsin. Ez jî dibêjim pirsa were pirsîn ew e ku çima mirov ne li nava refên HDP'ê ne. Ji ber ku yekane hêza dikare Tayyîp bisekinîne HDP ye.
Pirsgirêkên ku heta niha zor da we çi ne?
Dikarim gelek pirsgirêkan bînim ziman. Ez ji Erzîganê me, navê gundê min Zaxgerî ye, lê belê di nasnameya min de Buklumdere tê nivîsandin. Nikarim navê gundê xwe bikar bînim, min ev yek bi zelalî hîs kir, jiyam. Em karker bûn, dema li zanîngehê dixwen neçar mam bixebitim, min qeza derbas kir. Dixwazim li welatekî ku mirov ji bo xwendinê neçarî xebatê nebin, li welatekî ku mirov ji ber vê lê nemirin, bijîm. Astengdar im û bi hemû pirsgirêkên astengdar dijîn dizanim. Li vî welatî min hemû astên newekhevî û bê edaletî jiya û van hemûyan ji ber xwe ve ez kişandin nava têkoşînê.
'LI KOLANAN GELEKÎ KÊM ASTENGDAR HENE, JI BER KU...'
Di rewşa heyî de gelo pêkane ku astengdar bêyî li astengiyan rast bên tevlî jiyana civakî bibin?
Li Tirkiyeyê sîstem li gorî qanûnên daristanê dixebite, yanî bi tenê yê xurt dikare li ser piyan bisekine. Avahî, jiyan û hemû mercên jiyanê li gorî yên xurt hatine eyarkirin. Li vî welatî mafê jiyanê ji astengdaran re nayê dayîn. Bi qasî 11 mîlyon astengdar hene, lê belê dema mirov li kolanan dinêrin gelekî kêm mirovên astengdar dibînin. Di nava têkoşîna siyasî de gelek astengdar hene, lê belê di nava jiyana kar de ev hejmar gelekî kêm e. Piraniya wan li malên xwe hatine hepiskirin û mîna li derveyî jiyanê hatine hiştin, dijîn. Kolan, jiyana kar, jiyana civakî ya vî welatî rê nadin astengdar û mirovên bê hêz bijîn. Ev der welatekî ku pere û serdest lê xurt in, lê yên din tên binpêkirin û tine tên hesibandin e. Pirsgirêkên aborî û teknîkî gelekî zêde ne. Mînak: Kursiyeke astengdaran 7-8 hezar TL ye, pereyê ku dewlet dide 2.500 TL ye. Di heman demê de rêxistinên astengdaran jî gelekî qels in. Mîna bêrêxistiniya civakê li qada astengdaran jî rêxistinbûyîn gelekî qels e û li qadeke teng têkoşînê dimeşînin. Ev yek dibe sedem ku pirsgirêk kûrtir bibin. Niha ev dişkê, yên duh qels bûn îro bi HDP'ê re derfet dîtine biaxivin û gotina xwe di pratîkê de nîşan bidin.
'BEYANNAME BI ÇARESERIYÊN PÊK WERIN RE DAGIRTÎ YE'
Di beyannameya HDP'ê ya hilbijartinê de kîjan xisûsan bala we kişand?
Ji ber ku yekser bi jinan re destpê kir, bandor li min kir. Tespît û destnîşankirina mafên jinan û pirsgirêkên jinê, gelekî girîng bû. Ji aliyê cezakirina kujerên jinan û cezakirina karsazên di cînayetên kar de sîstema taşeroniyê dimeşînin ve, beyanname gelekî bi bandor e. Xala duyemîn jî beyannameyeke gelekî wêrek bû. Bi çareseriyên bikevin meriyetê re dagirtî ye. Gelekî girîng bû ku berê xwe dan kesî. Mînak ji bo kesayetên LGBTÎ yên di nava civakê de herî zêde li derve tên hiştin, xwedî pêşniyarnameyên çareseriyê bû. Me pêşniyarên ku siyasetên din nekarî bikin pêşkêş kirin, lewma beyannameya HDP'ê piralî, pirrengî ye. Ji ber vê yekê eger wê li Tirkiyeyê ber bi demokrasiyê ve gavek were avêtin, divê HDP bendê derbas bike. Di heman demê de ez ji vê bawer dikim: Ez sosyalîst im û ji bo ala sosyalîzmê were berzkirin pêwîstiya me bi serketin û hêviyê heye. Ji bo sosyalîzm di nava girseyan de ji nû ve bibe hêzek, pêwîstiya me bi vê heye. Derbasbûna HDP'ê ji bendê wê rê li ber ji nû ve xurtbûna partiyên sosyalîst veke.
'YÊN XWE JÊ VEGIRIN WÊ WINDA BIKIN'
Hin derdorên sosyalîst destekê nadin HDP'ê. Hûn vê bi çi ve girê didin?
Li Tirkiyeyê beşek ji tevgerên sosyalîst ji destpêkê ve ji bo li cem tevgera Kurd xuya nekin di nava hewldanan de ne. Beşeke mezin a potansiyela dengê xwe di bingeha Kemalîst û CHP'ê de dibînin. Ji ber vê yekê bi bandora şovenîzm û populîzmê re xwe ji tevgera Kurd vedigirin. Ya duyemîn; mîna ku min beriya niha anî ziman ji sala 1986'an û vir ve şoreşgeriyê dikim. Salên min ên zanîngehê bi temamî bi vê têkoşînê re derbas bûn; Cihgirtina li cem pirsgirêk û gelê Kurd, tevgera bi tevgera azadiyê ya Kurd, li vî welatî berdêlan dixwaze. Yên bi dayîna berdêlan qayil bûn xwe nêzî wan kir, yên ji dayîna berdêlan xwe vegirtin, her tim xwe li dûra hiştin. Li Kobanê jî heman tişt qewimî, berê jî heman tiştî rû da, niha jî heman tişt diqewime. Ev berdêl ne tenê girtîgeh an jî binçavkirine, berdêleke din ji aliyekî ve tengavî ye, divê ev li ber çavan were gritin û bi sosyalîzmê re têkoşîn were dayîn. Tevî van hemû astengiyan, Tevgera Azadiyê ya Kurd bi hemû giraniya xwe re pirsgirêka Kurd, daxwazên gelê Kurd xist rojeva vî welatî. HDP anî sînora bendê û diyare wê bendê derbas bike. Lewma yên duh xwe jê vegirtin wê piştî hilbijartinê winda bikin. Yên qezenç dikin jî yên bi hişmendiya enternasyonalîst li cem gelê Kurd tevdigerin e.
'TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURD MÎNAK NÎŞAN DIDIM'
Dema hûn bûn parlamenter, hûnê bibin wesîleya guhertinên cidî?
Bêguman dixwazim vî welatî biguherînim. Em niha bi awayekî yekgirtî hêviyê didin. Ji ber ku hêvî nîne. Em soza hêviya guhertinê, hêviya veguherînê didin. Dema me bend derbas kir, dema me namzetên xwe şandin Meclîsê, ez yan jî yeka/î din qet ne girîng e, hêvî wê şîn bibe û dema hêvî şîn bû jî em ê bibin xwedî hêza veguhertina her tiştî. Ji ber ku li vî welatî mijar ne meseleya parlamentê ye, li vî welatî pirsgirêk nebûna tevgereke gel a dikare parlamentê dorpêç bike, qanûnan bide derxistin û bicih anîn e. Ji bo yên dipirsin ku em ê vê bi ser bixînin yan na, ez her tim Têkoşîna Azadiyê ya Kurd mînak nîşan didim. Nuqteya ku xwe gihandiyê her kes pê dizane. Ez di dema qedexeya li ser Kurdî re derbas bûm, ji rojên ku ji ber kaseta Şivan Perwer hat dîtin hatim girtin min xwe gihand vê rojê. Di rewşa heyî de Tayyîp bi xwe jî neçar maye bang li Şivan Perwer bike ji bo tevlî konserê bibe. Diyare dema mirov têbikoş in, li ber xwe bidin, rêxistinbûyî bin û bi hev re tevbigerin, her tişt dikare were guhertin. Em ê vê hêviyê bidin û ji bo guhertina jiyanê bi xwe, ya ji destê me tê bikin.
Ji bo jin, zarok, astengdar, karker, kedkar, ciwan, koçber û mirovên bê mal in Em hene. Ez dixwazim êdî li welatekî bijîm ku dema derkevim derve yan jî dema derkevim televîzyonê ji xwe fedî nekim, bi dilrehetî li eynikê binêrim. Em ê ji bo vê hêviyê bixebitin.
Güncelleme Tarihi: 04 Mayıs 2015, 18:01