Hat ragihandin ku duh bi şev hêzên hevbeş ên ji YPG’ê û YPJ’ê, Meclîsa Leşkerî Suryanî, Zîrevanên Xabûr, hêzên Asayîşê û Sotoro pêk tên, çalakiyek li gundê Til Goran ê 7 km li başûrrojavayê Til Temirê ye, lidar xistin. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin.
Her wiha li heman eniyê hêzên hevbeş di xeta navbera Til Temir û Til Goran de wesayîteke çeteyan hedef girtin. Di encamê de wesayîta ku çeka doçka li ser bû hate rûxandin û wesayîteke din hat derbkirin.
Ji roja 23’ê Sibata dema destpêkirina êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li hemberî gundên Asûriyan û vir ve li Til Temirê di navbera hêzên hevbeş û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûn dewam dike.
Güncelleme Tarihi: 11 Mart 2015, 14:48