Piştî rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ´ê ku di 26´ê çileyê de pêk hat, Ekîba paqijkirina mayînan a girêdayî hêzên Asayîşa Kobanê dest bi paijkirina bajrê Kobanê û gundê wê yên hatine rizgarkirin kirin. Endamên ekîbê hemeleya paqijkirina mayînan di hemû kantonê de dan destpêkirin.
Di destpêkê de ekîb derdiket û di nava taxên ku çete jê hetin derxistin lêkolîn dikirin, dema mayîn dihatin didîtin, dihate bê bandorkiirn. Lê niha ekîp ji bilî gera xwe dema ji aliyê welatiyan têne agahdarkirin, serî li wê deverê didin û lêklînên didin destpêkirin.
Heta niha ekîpa ku ji 5 endaman pêk tê 500 mayîn rakirine. Ji van mayînan 100 ji wan li derdora Girê Meştenûr û gola avê bûn, her wiha 400 mayînên din ji taxên Botana Rojava, Navenda çand û Hunerê ya Baqî Xido, sûka zebzeyan û kolana sîna hatin rakirin. Her wiha 12 mayîn ji gundê Menaz a li gorjavayê kantonê, 4 mayîn ji gundê Helinca ya li rojhilatê kantonê û 3 mayîn ji gundê Eydiq a başûrê Kobanê hatin rakirin.
Rêxistina Elmanî ya bi navê Handy Cap serdana herêmê kir û hemleya hişyariya ji mayînan di nava welatiyan de dan destpêkirin. Rêxistinê derbarê mijarê de kertên hişyariyê di nava welatiyan de belav dikin.
Li gorî agahiyên ji ekîpa mayînan hatiye girtin, herêmên Kobanê ku herî zêde çeteyan mayîn têde bi cih kirine ev in: ˝Taxên rojhilat û başûr, gundên Eydiq, Kurdman, Menazê, Qomçikê û Qereqozaq˝ heta niha mayîn bi temamî ji van herêman ne hatine paqijkirin. Endamên ekîpa mayînan da zanîn ku ji ber alavên pêşketî yên rakirina mayînan di destê wan de nînin wen nikarîbûn hemû mayînan bê bandor bikin. Ekîp bi bi alavên pir besît mayînan radikin.
Ji ber mayînan 44 kesan jiyana xwe ji dest dane
Li gorî agahiyên ji hêzên Asayîşa Kobanê hatine wergirtin, heta niha li tevahiya kantonê 45 kesan ji ber mayînên çeteyan jiyana xwe jidest dane. Ji van 13 kes di nava bajar de, 31 kes li gundên Til Şeîr, Encerlîk, Qomiçê, Eydiq, Zorava, Menaz, Dogurman, Kerê Sêvê, Celebiyê, Bexdik, Mişko, Cede, Şiyûx, Dongux, xodîdank û Gulmet in. Her wiha 13 kes jî birîndar bûne.
Banga alîkariyê û hişyarî
Têkildarî mijarê Endamê Ekîpa Paqijkirina Mayînan Zemanî Zozan diyar kir ku ew li gorî tecrubeyên xwe û alavên besît ên di destê xwe de mayînan radikin û got: ˝Ji bo em cihê mayînan tesbît bikin, pêwîstiya me bi şêwirmendan û kesên di vî karî de pispor heye. Banga min ji hemû rêxistinên li dijî mayînan ên navnetewî heye ku alîkariya gelê Kobanê bikin da ku ji xetereya mayînan ku rojane jiyana mirovan dixe tehlûkeyê de, bi dawî bikin.˝
Zozan Zemanî bang li şêniyên Kobanê jî kir ku derbarê mijarê de bi baldarî tevbigerin û dema tiştekî bi şubhet dîtin wan agahdar bikin, da ku ew jî ji aliyê xwe ve wan mayînan bê bandor bikin
Güncelleme Tarihi: 19 Nisan 2015, 23:44