Hêjayî gotinê ye ku beriya ev heyeta ku ji 42 kesan pêk tê serdana Bakurê Kurdistanê bike daxuyaniyek hatibû dayîn û têde armanca vê serdanê hatibû aşkerakirin. Beriya vê serdanê Serokê Koma YNK yê Parlamentoya Kurdistanê Bêgerd Dilşad gotibû: “Wekî hestkirin bi berpirsyartiya neteweyî û niştimanî û bi mebesta beşdarîkirina di hemleya serketina HDP`ê di hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê de şandeyeke parlemanterên YNK ji parlementoya Kurdistanê û Iraqê serdana Bakurê Kurdistanê dikin.
Her wiha Dilşand di berdewamiya axaftina xwe de wiha gotibû: “Peyama Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştevanî û serxistina peyama HDP`ê ye ku ji bo bidestxistina aştî û azadî û pêkvejiyana gelên Tirkiyê hilgirtiyê ye, bi hêviya ew piştevaniya me bibe egera serketina gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê.”
Güncelleme Tarihi: 27 Mayıs 2015, 20:27