Şervanên YPG’ê Sîpan, Ercan Akgunduz (Tekoşer Intîqam), Taner Kesercî (Merwan Pîro) û Sînan Erselan (Serhed Bargerî) 8’ê gulanê di berxwedana gundê Eşra ya Hesekê de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên şervanan îro ji aliyê sedan welatiyên Qamişlo ve ji Mala Gel a Taxa Enteriyê ya Qamişlo wergirtin. Girseya ku û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û cangoriyan vekiribûn û alên TEV-DEM, YPG û YPJ’ê hilgirtibûn û bê navber diurşme davêtin bi karwanekî wesayitan ber bi deriyê sînor ê Dirbsiyê ve derxistin rê.
Cenazeyên şervanên YPG’ê Cengîz Feşken ( Cûdî Gabar), Hesen Cûdî ( cûda Dilsar) û Fehmî Polat (Akif Ziyûkan) ên di 8 û 9’ê Gulanê di berxwedana gundên Hesekê û Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabûn biribûn Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê. Li vir jî bi sedan welatiyên bajarê Dirbêsiyê cenaze wergirtin û bi karwanekî wesayitan ber bi deriyê sînor ve bi rê ketin.
Karwanê 7 şervanan li herêma deriyê sînor a Dirbêsiyê gihişte hev. Li vir girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên cangoriyan vekiribûn û alên TEV-DEM, YPG, YPJ’ê hilgirtibûn û bê navber diurşme davêtin cenaze ji tirampêan daxistin û cenaze li ser milan heta sînor meşiyan.
Girseya gel cenazeyên 7 şervanan bi diurşmeyan radestî girseya gel a Bakurê Kurdistanê kirin. Wê cenazeyên şervanan li cihê lê jidayîkbûne bi merasîman bêne oxirkirin.
Güncelleme Tarihi: 12 Mayıs 2015, 19:22