Zarokên tekoşeran serdana Rêveberiya Xweser kirin

Zarok û hevjînên tekoşerên herêma Cizîrê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serdana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kirin û diyarî wergirtin.

Zarokên tekoşeran serdana Rêveberiya Xweser kirin

Şandeyek ji zarok û hevjînên tekoşeran ku ji hemû bajarên herêma Cizîrê hatine, îro danê sibe serdana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmê ku li bajarê Amûdê ye, kir. Şandeya zarokan ji aliyê Hevserokên Meclîs Hekem Xelo û Nezîra Gewriyê, Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso, herdu cîgirên wî Dr. Hisên El-Ezam û Elîzabêt Gawriyê, hemû serok û cîgirên serokên desteyên herêmê hat pêşwazîkirin.

Piştî ku şande gihişt navenda meclîsa zagonsaz derbasî salona civînan a meclîsê bû. Di destpêkê de Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo bixêrhatina zarokan û hevjînên tekoşeran kir û got: “Îro eger em hemû li vir civiyane ew bi saya şehîdên me yên ku xwîna xwe ji bo parastina xaka Rojava dane, ye. Em bi hatina we îro gelek kêfxweş in. Ramanên Rêberê Apo û şehîdên şoreşê îro em li vir civandine. Felsefeya Rêber Apo di pêvajoya ku em têre derbas dibin pir girîng e. Em hêvî ku em xeta rêber û şehîdên heta dawiyê dewam bikin.”

Balkêş bû hin zarokên hatine serdana rêveberiyê li cihê hevserokatî û dîwana meclîsa Zagonsaz rûniştin û ev yek li gel rayedarên Rêveberiya Xweser bû cihê kêfxweşiyê. Piştre Serokê meclîsa Rêveber Ekrem Hiso axivî û got: “Ji bo welatan helbet xwîn pêwîst dike. Îro van şehîdên me ku xwe kirin mertal û li hemberî dijminên mirovahiyê sekinîn. Em rojbûna rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya gelên herêmê pîroz dikin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi saya xwîna şehîdan hatiye avakirin. Ev rêveberî milkê şehîdên me ye. Îro zarok û hevjînên şehîdan li cihê xwe rûniştine û em jî mêvanên wan in. Heta ku em karibin em ê riya şehîdên qehreman û leheng bişopînin.”

Paşê Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Nezîra Gawriyê, Endamên Dîwana Meclîsê Perwîn Mihemed Emîn û Ekrem Mehşûş û hevjînin tekoşeran axivîn. Di axaftinan de bal hate kirşandin li ser têgeha ku tekoşerên azadiyê ji bo wê xwîna xwe dane û gotin: “Em eger dibêjin mafên şehîdên xwe didin wan, şaş e. Eger em çi bikin ji bo van şehîdan kêm e. Divê em bi hemû derfetên xwe xwedî li zarok û malbatên şehîdan derkevin, Jiyan şehîdan jiyana rûmet û azadiyê ye.”

Zarokan cilên YPG, YPJ û cilên Kurdî li xwe kirin û wêneyên bavên xwe yên tekoşer rakirin. Piştre hin zarokên tekoşeran stranên ku ezber kirine pêşkêş kirin.

Piştre Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ekrem Hiso, Hekem Xelo, Rêzan Gulo, Elîzabêt Gaweriyê û Nezîra Gaweriyê bi boneya rûjbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şêrînahî li zarokan belav kirin û ew diayrî kirin. Balkêş bû ku Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo ku wekî kurê tekoşerekî tê nasîn, diyarî wergirt. Zarokên tekoşeran û hevjînên ku ji hemû bajarên herêma Cizîrê hatin û serdana Rêveberiya Xweser kirin pir kêfxweş bûn.

Girêdayî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz Ekrem Mehşûş wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jib o tevahiya gelên herêma Rojhilata Navîn ked û xebat daye meşandin. Îro di girtîgeha Îmraliyê de jib o azadiya gelên Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî, Asûrî, Çeçen, Tirk û hwd tekoşîna ramyarî dide meşandin. Ji ber vê jî ew hêjayî ku îro roj em rojbûna wî pîroz bikin.”

Güncelleme Tarihi: 04 Nisan 2015, 18:55
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER