Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 4'ê Gulanê de hema bêje li qada vala ya Sêrtê axivî, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag îro li heman meydanê ji deh hezaran mirovî re axivî. Tevî baranê jî girseya gel Meydana Cûmhûriyetê dagirt.
Li dû stranên Serhado, namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Sêrtê Kadrî Yildirim, Hatîce Sevîptekîn û Îsmaîl Aydin gel silav kirin. Namzetê Aydin ku bi xwe Ereb e, bi zimanê xwe yê dayikê ji gel re axivî.
YUKSEKDAG: HÛNÊ JI SERKETINÊ RE PÊŞENGIYÊ BIKIN
Yuksekdag bi gotina "Di 7'ê Hezîranê de em ê coşa serketinê bi hev re bijîn" dest bi axaftina xwe kir û bi vî rengî dewam kir: "Sêrt bajarê lehengan, berxwedan û serhildanê ye. Dema darbe li her deverê belav bû, li vî bajarî agirê azadiyê hat pêxistin. Li dijî wê tarîtiya darbeyê meşaleya li vir hat pêxistin, ew kevneşopiya berxwedanê hêza me ya herî mezin a em xwe jê xwedî dikin e. Me ew meşale, ew kevneşopiya bexwedanê û ew agir ti carî ji dil û destên xwe danexistin xwarê, em ê danexînin. Çawa ku Sêrtê duh bi berxwedana xwe re dîrok nivîsand wê di 7'ê Hezîranê de jî bi serketina mezin re dîrokeke nû binivîsîne. Çawa ku we ji berxwedanê re pêşengî kirin, niha jî hûnê ji serketinê re pêşengiyê bikin. Dem dema berxwedêran e. Bi berxwedanê, bi hevgirtinê em ê bi ser bikevin."
'DESTPÊKÊ MECLÎS, PIŞTRE JÎ DESTHILATDARÎ'
Yuksekdag bal kişand ser berxwedana li Kobanê û got, "Çawa ku li Kobanê li hemberî tarîtî û zilma mezin serketin bi dest ket, îro jî em ê li hemberî vê siyaseta serdest bi heman rengî qezenç bikin. Şukur ji Xwedê re me rûyê yên digotin 'Kobanê li ber ketinê ye' nekenand. Ev serketina we ye. Yên ku xeta mêtîngerî û têkçûnê li ser gelê me ferz dikin, îro bi xwe têk çûn. Îro li erdê tên kaşkirin. Polîtîkaya wan a Sûriyeyê hilweşiya, polîtîkaya wan a Kobanê têk çû. Demeke dirêj mirovahiya mezin dorpêç kirin, hewl dan qetil bikin. Ev mirovahiya mezin a li ber xwe dide, li ber bidestxistina serketina pêşeroja xwe ye. 7'ê Hezîranê wê ji bo me serketina duyemîn be. Piştî wê serketina mezin a li Kobanê, bi baweriya 'Em ber bi Meclîsê ve' em ê li Tirkiyeyê bi ser bikevin. Eger aliyekî mirovahiya mezin li Kobanê, Şengal û Mexmûrê be, aliyê din jî li Sêrt, Mêrdîn û Amedê ye. Eger nîvê dilekî me li vir lê dide, nîvê din jî li Stenbol û Tekîrdagê lê dide. Dilê me ewqasî berfireh e. Li dijî yên Tirkiyeyê dîl digirin, em ê Tirkiyeyê bigihîne hev. Yên bi derxistina pevçûna navbera gelan re hewl didin gelan ji hev qut bikin, di 7'ê Hezîranê de gelê me wê derseke mezin bide wan. Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê em ê nîşan bidin ku bi cihêrengiay xwe re em hêzek in. HDP ne tenê partiyeke mûxalefeta bingehîn e, partiyeke pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye. Bi gelê xwe re di demeke nêz de, em ê di destpêkê de biçin Meclîsê, piştre jî em ê li desthilatdariyê bin."
Yuksekdag axaftina xwe bi gotina "Tirkiye wê bi hemû deng û rengên xwe azad bibe. Em ê bi hev re ji jiyaneke nû re bêjin merheba. Merheba jiyana nû,merheba mirovahiya mezin, merheba serketin" qedand.
Li qada mîtîngê bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Güncelleme Tarihi: 12 Mayıs 2015, 19:30