YPG/YPJ güçleri sınır hat 'YPG/YPJ ne bi tenê ye, em sînoran nas nakin'

Îsmaîl Ceylan ê 78 salî ku li gundê Elîzer ê nobeta sînor lê didome dimîne, her roj bi zincîra mirovahiyê silavan dişîne ji şervanên YPG û YPJ’ê re û ji bo şervanan got: “Hûn ne tenê ne. Em sînorên sûnî qebûl tında nöbet tutan halk tarafından bir kez daha selamlandı.

YPG/YPJ güçleri sınır hat 'YPG/YPJ ne bi tenê ye, em sînoran nas nakin'

Nobeta sînor a li gundên Pirsûsê bi armanca piştgiriya ji bo berxwedana Kobanê û parastina xeta sînor hatin destpêkirin didome.  Ji 7’an heta 70’ê ji her derê Kurdistan û Tirkiyeyê gel ji bo nobeta sînor hatin van gundan, ji her welatên cîhanê heyet hatin gundan û bi nobedaran re nobet girtin. Yek ji gundên ku lê nobet lê tê girtin gundê Elîzer e û ji her kesî re malovaniyê dike. Îsmaîl Ceylan ê 78 salî ku li gundê Elîzer nobetê digire ji ber azadkirina gundê Kosik ê li hemberî gundê Elîzer e kêfxweşiya xwe anî ziman. Ceylan wiha got: “Ez bi hezaran carî qurbana şervanên YPG û YPJ’ê bim ku gundê me ji van çeteyên qirêj xilas kirin.”

Ceylan di berdewamiyê de diyar kir ku dema Kosik ketiye destê DAIŞ’ê rojê zehmet jiyane û got: “Piştî çete hatin ji gundê me gule kêm nedibûn. Bi ser me de gule dibarandin. Xwedê ji heqê wan derkeve. Bi hatina şervanên me re gundê me ji van paqij bûn. Roja Kosik azad bû em gelek kêfxweş bûn.  Gundê me bû wek cejnê. Çete rezîl bûn. 

SÎNORÊN SÛNÎ EM JI HEV VEQETANDIN

Ceylan bal kişand ser sînorê sûnî yên bi peymana Sykes Pîcot hatin xêzkirin û got ku sînor bi destan hatine xêzkirin û got: “Van sînoran, xwişk, bira, birazî, ap û xal ji ji hev veqetandin. Em bi gundê Kosik re xizmin. Em biran e. Em zarokên apê hev in. Ji ber van sînoran em nekarin alîkariyê bidin hev. Di navbera me de sînor xêz kirine û em nekirin alîkariyê bidin hev.

YPG-YPJ NE TENÊ YE

Ceylan got ku armanca wî ya her roj tevlî çalakiya zincîra mirovahiyê dibe ev e ku moral bidin şervanên YPG-YPJ’ê û got: “Em her tim li vir in. Em şervanên YPJ-YPG silav dikin. Divê şervan baş bizanin ku ew ne tenê ne, em her tim li gel wan e. Em şev û roj di nobetê de ne. Sînoran diparêzin. Ger ez ciwan bûma beriya her kesî ez ê tevlî YPG û YPJ’ê bûma. Ez ji şervanan re serketinê dixwazim.  Bila xweda bi hezaran carê hêzî bide şervanan. Bila hêza wan mezin bibe û xweda alîkarî wan be. Em silavên xwe ji wan re dişînin.”

Güncelleme Tarihi: 19 Şubat 2015, 11:59
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER