Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di roja 209. a berxwedana Kobanê de komên çete duh êvarê û îro ber destê sibehê du caran êrîşî gundê Goktepe yê li başûrrojhilatê Kobanê kirin.
LI DERDORA KOBANÊ 17 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî bersivdayîna hêzên YPG/YPJ'ê pevçûnên dijwar qewimîne û hat destnîşankirin ku êrîşên çeteyan ên li vir hatine şikandin. Li gorî daxuyaniyê, di pevçûnên li vir de herî kêm 11 çete hatine kuştin, 5 ji termên çeteyan ketine destê hêzên YPG'ê.
Navendê da zanîn ku komên çete duh bi şev êrîşî gundê Sepeta Ereban ê li başûrê Kobanê kirin û di pevçûnên li vê derê de li gel şikandina êrîşê 6 çete hatin kuştin.
Di vî şerî de şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser xeta Hesekê-Til Temir-Serêkaniyê yên li rojavayê Kantona Cizîrê, bi bersiva tund a YPG/YPJ'ê re tên şikandin.
LI HERÊMA DI NAVBERA HESEKÊ Û TIL TEMÎRÊ DE 58 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di 8'ê Nîsanê de li hemberî pira stratejîk a Xerîta û çend gundên li derdorê yên di navbera Hesekê û Til Temirê de, piştî berxwedana 4 rojan hatine şikandin û bi giştî 58 çete hatine kuştin. YPG'ê diyar kir ku tevî termên 36 çeteyan gelek çek, cebilxane û amûrên leşkerî li vir hatine desteserkirin.
DI PEVÇÛNÊN 4 ROJAN DE 11 ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir; "Hêzên me yên ku li hember êrîşên çeteyan bi vîn û biryarderiyekî mezin tedikoşin, careke din nîşan dan ku ti êrîşên çeteyan wê negihên armanca xwe. 11 rêhevalên me yên ku ji bo ew êrîşên çeteyan negihên armanca xwe bi fedakariyek mezin tedikoşiyan û bi lehengî şer dikirin, di nava pevçûnên 4 rojan de gihiştin şehadetê."
Güncelleme Tarihi: 13 Nisan 2015, 13:53