Xebatên perwerdeyê li Kobanê berfireh dibin

Li Kantona Kobanê di çarçoveya xebatên perwerdeyê û ji nû ve vekirina dibistanan de, 2 dibistanên din ên gundan hatin vekirin.

Xebatên perwerdeyê li Kobanê berfireh dibin

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a Kobanê di encamaamadekariyên ku hatine meşandin de, dibistanên gundê Pêndira Mezin û gundê Qoşliya Jorîn ji nûve vekirin. Navê dibistana Pêndira Mezin wekî Dibistana Şehîd Salih û navê ya gundê Qoşliya Jorîn jî wekî Dibistana Şehîd Baran hate guhertin.

Cangoriyên ku navên wan li dibistanan hatine kirin jî, welatiyên ku li rex YPG’ê di berxwedanê de cihê xwe girtine û jiyana xwe ji dest dane. Salih Mele Xelîl di berxwedana gundê Cib El-Ferec de, têkoşer Baran jî li gundê de xwe Qoşliyê di berxwedanê de jiyana xwe ji dest daye.

Li Dibistana Şehîd Salih niha zêdetirî 100 zarok li 4 çar fêrgehan derst dibînin. Li dibistanê 5 mamoste dersên zimanê kurdî, erebî û ingilîzî didin. Li dibistanê qeytkirina zarokan jî dom dike.

Li Dibistana Şehîd Baran jî 72 şargirt li 4 fêrgehan dersan dibînin. Li vir jî 7 mamoste zarokan perwerde dikin.

Piştî vekirina herdû dibistanan pêdiviyên dibistanê ji aliyê mamosteyên SZK`ê ve li şagirtan hatin belavkirin.

Güncelleme Tarihi: 13 Nisan 2015, 13:52
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER