Welatiyên Hesekê bi serkeftinên YPG’ê kêfxweş bûn

Welatiyên bajarê Hesekê derbarê serkeftinên hêzên YPG’ê û YPJ’ê di Hemleya Rizgarkirina Bejahiya Rojavayê Kantona Cizirê de kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kir ku hêza ku çeteyên DAIŞ’ê ji herêmê paqij bike, tenê hêza YPG’ê ye.

Welatiyên Hesekê bi serkeftinên YPG’ê kêfxweş bûn
Welatiyên bajarê Hesekê derbarê serkeftinên hêzên YPG’ê û YPJ’ê di Hemleya Rizgarkirina Bejahiya Rojavayê Kantona Cizirê de kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kir ku hêza ku çeteyên DAIŞ’ê ji herêmê paqij bike, tenê hêza YPG’ê ye.


Şervanên YPG’ê û YPJ’ê ku di 6’ê gulanê de dest bi Hemleya Rizgarkirina Bejahiya Rojavayê Kantona Cizirê kiriye. Şervanan di vê hemleyê de gelek gund û gundikên stratîjîk ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Derbarê mijarê de welatiyên bajarê Hesekê ji ANHA’yê re axivî û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Welatiya bi navê Urûba El-Nezal ku ji pêkhateya Ereb e diyar kir ku tu carî çeteyên DAIŞ’ê nikarin vîna azad a pêkhateyên herêmê bişkînin û wiha got: “Bi saya şervanên YPG’ê û YPJ’ê pêkhateyên herêmê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûn. Ji bo ku tevahî herêm ji çeteyan were paqijkirin em ê heta dawî alîkarî û piştgiriya şervanên YPG’ê û YPJ’ê bikin.”

Urûba di axaftina xwe de got ku kiryarên DAIŞ’ê li dijî welatiyan û bi taybet li dijî jinan diyar dike ku tu girêdana wan bi ola Îslamê re tune ye û wiha domand: “Em wekî pêkhateya Ereb ji van çeteyan paqij in û tu girêdana wan bi ola Îslamê û gelê Ereb re tune ye.”

Welatiyê bi navê Ebdilxaliq Mihemed Emîn ku ji pêhateya Kurd e derbarê heman mijarê de axivî û got: “Em serkeftina şervanên YPG’ê û YPJ’ê di hemleya wan de li dijî çeteyên DAIŞ’ê pîroz dikin. Bi taybet piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di şeva Newrozê de li bajarê Hesekê ev hemle wekî bersiva hovîtiya çeteyan hat.”

Mihemed di berdewama axaftina xwe de got ku ji bo hêzên YPG’ê  serkeftinên mezintir bi dest xwe ve bîne, divê hemû welatiyên herêmê piştgirî û alîkariya xwe bi şervanên YPG’ê û YPJ’ê re bidomînin.

Mustefa Îsa ku ji pêkhateya kurd e derbarê hemleya hêzên YPG’ê de wiha got: “Bi serkeftinên şervanên YPG’ê û YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê moralên welatiyan gelekî bilind bûne û hêviya gel di azadiyê de mezintir bûye. Bi saya berxwedana şervanan di vê hemleyê de hemû deriyên hovîtiyê  li pêşiya çeteyan hatin girtin û hemû pilanên hêzên tarî jî vala hatin derxistin.”

Îsa di dawiya axaftina xwe de got ku ew bi hêza YPG’ê gelekî bi bawerî ne û tenê ew dikarin herêma wan ji çeteyan  paqij bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em xwediyê vê axê ne. Ji ber vê yekê serkeftin dê para gelên herêmê û hêzên me be.”

Güncelleme Tarihi: 15 Mayıs 2015, 18:10
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER