Telefonên 6 gundên Şêrewa hatin sererastkirin

Komîteya Vegihînê (komînîkasyonê) xetên telefonên erdê yên 6 gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê sererast kirin.

Telefonên 6 gundên Şêrewa hatin sererastkirin

Komîteya Vegihînê ya girêdayî Desteya Vegihînê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê di çarçoveya hemleya sererastkirina xetên telefonên erdê yên navçeya Şêrewa de telefonên gundên “Basûtê, Burcebdalo, Xezêwiyê, Şadêrê, Kifêr û Ênmecnûnê sererast kirin.

Derbarê mijarê de Rêveberê Komîteya Vegihînê yê navçeya Şêrewa Mehmûd Betal diyar kir ku wan dest bi hemleya sererastkirina xetên telefonên erdê li navçeyê kirine, lê ji ber kêmderfeta ew rastî gelek astengiyan tên.

Güncelleme Tarihi: 19 Nisan 2015, 23:42
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER