Aralarında BDP ilçe teşkilatı, Şemdinli esnaf Sanatkarlar, Şoförler ve Otomobilciler Başkanlığı, YAKIN-DER, KURDÎ-DER, MEYA-DER, DTK, ÎNSIYATÎFA AZADÎ, ŞEMDİNLİ DOĞA SEVERLER DERNEĞİ ile TÜMBEL-SEN’in de bulunduğu kalabalık kitle Şemdinli BDP ilçe binası önünde bir araya geldi.
Kalabalık kitler ellerinde 28 Aralık 2011’de Roboski’de hayatını kaybedenlerin fotoğraflarını ve “ Kürt katliamına hayır, Roboski R3ureşîya devletê ye, alma mazlumun ahını çıkar aheste aheste, Azadî Bakur, Başur, Rojava, Rojhelat, em qaçaxcî nîne” dövizler taşıyarak çarşı merkezinde yürüyüşe geçti.
BDP ilçe binasına gelen kalabalık kitle burada Roboski’de hayatını kaybedenlerin anısına 1 dakika saygı duruşunda bulundu. Saygı duruşunun ardından basın açıklaması yapıldı.
YAKIN-DER üyesi Murathan Erbaş tarafından basın açıklaması yapıldı. Kürtçe yapılan açıklamada bulunan Erbaş; “Roboski katliamının Kürt tarihinde birinci katliamın olmadığı buna benzer Dersim, Halepçe, Gelîyê Zîlan, Diyarbakır Zindanı’nda da yüzlerce Kürt katledildi ” dedi.
Erbaş tarafından yapılan Kürtçe açıklamada şöyle denildi.
Wekî tê zanîn di 28ê Kanûna 2011an de li gundê Roboskê 34 ciwan û zarokên kurd ji aliyê balafirên dewleta tirk ve hatin qetilkirin. Sibe salvegera vê komkujiyê ye.
Du sal li ser vê bûyerê derbas bûn û hêj jî ne karbidestek ne leşkerek û ne jî rêveberek ne hatiye girtin û ne jî hatiye darizandin. Wer diyar e, dewletê jî çu mebest nîne ku kiryarên rûreşiya xwe ya Roboskê derbixe meydanê. Xwest ku vê rûreşiyê bi pereyan veşêre bi tezmînatê ve serê kurdan girê bide, lê bi ser neket.
Di dîroka Kurdistanê de bi sedan qetlîamên wisa pêk hatine û tu caran berpirsyar û tawanbarên van komkujiyan hisab nedane û ji bilî kurdan tu kesê hisab jê nepirsiye. Li Dêrsim, Helebce, Geliyê Zîlan, li Zindana Amedê kurd hatin qetilkirin, windakirin, enfalkririn. Ne alema Îslamê, ne Yekîtiya Ewropayê ne jî komeleyên mafên mirovan yên navneteweyî, tu kesî dengê xwe dernexist. .
Di sedsala 21an de jî bûyera Roboskê qewimî. 3 roj mabûn bo sersala 2012an. 3 roj piştî vê qetlîamê li her bajarekî tirkan serê salê hate pîrozkirin, şahî û hefle hatin lidarxistin. Rêveberên dewletê jî li pey hev, daxuyaniyên tewş didan. Hinekan digot ew qaçaxçî ne, hinekan digot ger nehatibana kuştin dê hatibana darizandin.
Rêzdarên çapemeniyê û gelê Şemzînan yê birûmet,
Dunya alem jî dizane ku Kurdistan hatiye perçekirin û ji ber van tixûban xizm û eqreba, bab û mam , xal û xarzê , xwîşk û bira, bira û bira ji hev hatine qetandin. Lê piştî ku sînor di navbera kurdan de hatine xêzkirin jî, nêzîkê sed sal e kurd li ser ew sînorên razber, yên bê viyana wan hatine xêzkirin bi sedema serdanan, şînî, kêfxweşî û şahiyan tên û diçin. Herwisa kurd, di navbera wan perçeyan de piranî bazirganiyê jî dikin. Lewma li ser sînorên derew û sexte derbasbûn, ji kurdan re her dem bûye metirsî, girtin û kuştin. Her sal bi dehan kurd ji aliyê Dewleta Îran û Dewleta Tirk ve li ser van sînoran tên kuştin. Kurd li ser axa xwe wek “qaçaxçî” tên binavkirin. Lê belê, bila baş bê zanîn ku qaçaxçî ew nîne yên ku li ser axa xwe ticaretê dikin, tên û diçin. Qaçaxçîtî perçekirin, talankirin û mêtingeriya Kurdistanê ye, qaçaxçî ew kes in yên ku mafên kurdan yên neteweyî binpê kirine, dewlemendiya welatê kurdan dizîne, zimanê wan, axa wan ji wan re qedexe kirine.
Gelê kurd, sînorên li ser axa xwe wekî birînan dibîne û ew sînorên xezebê tu caran nas nekiriye û îro pêve jî nas nake.
Em dezgeh û saziyên sivîl û siyasî yên Şemzînan, wek BDP, YAKINDER, KURDÎDER, ,ŞESO, ŞEMDİNLİ DOĞASEVERLER DERNEĞİ, DTK, Înîsiyatîfa AZADÎ, MEYADER, TÜMBEL SEN wekî hemû komkujî û kiryarên nenas û qirêj, Komkujiya Roboskê jî di salvegera duyem de rûreş û şermezar dikin û dixwazin ku berpirsyarên vê bûyerê zû bi zû bên darizandin. Herwisa hêvîdar in ku her insanek, her kurdek dijî vê komkujiyê dengê xwe bilindtir bike, da ku komkujiyên wisa xedar careke din nehê serê me. Heta ku hisaba Roboskiyê neyê dan, em, hemû berpirsyar û karbidestan durû dibînin.
Em jî ji Roboskê ne û Roboskê jî birîneke Kurdistanê ye.
Güncelleme Tarihi: 28 Aralık 2013, 10:46