Şandeya ku ji Serokê Lueyî Hisên û Endama Tevgerê Dr. Muna Xanim pêk tê, piştî ku duh Serdana Desteya Karê Derve kir, îro jî çû bajarê Serêkaniyê. Cîgira Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê Emîna Osê li gel şandeyê cih girt. Şandeyê serdana Navenda Têkiliyan û Rêxistinkirinê ya YPG´ê li Serêkaniyê kirin.
Şande ji aliyê Rêveberê Komîteya Têkiliyan û Rêxistinkirinê ya YPG´ê Husên Koçer, Endamê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Mihemed Salih Etiya, nûnerên Melcîsa Biartî û Jiyana Hevbeş û nûnerên PYD´ê yên Serêkaniyê ve hatin pêşwazîkirin. Piştî xêrhatina şandeyê hate kirin civîn hate lidarxistin.
Di civînê de Lûeyê Husên axivî û got:˝Armanca me ji serdana bajarê Serêkaniyê ew ku em rewşa jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhateyan de bişopîn in. Her wiha em bibînin çawa pêkateyên bajar tevlî rewşa şer a sê salan xwe di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de birê ve dibin.˝
Husên, destnîşan kir ku wî di vê serdanê de dîtiye çawa pêkhate bi wekî bira bi hev re di nava têkiliyan de ne û aramî û ewlekariya herêmên xwe pêk tînin. Piştî civînê şandeyê berê xwe da bajarê Amûdê da ku sibe bi rayedarên Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk re hevdîtinan pêk bînin.
Güncelleme Tarihi: 17 Nisan 2015, 19:15