Komîteya Şopandin û Amedekariya Konfransa Jinûve Avakirina Kobanê, bi armanca ku beşdarî konfransa Jinûve Avakirina Kobanê ku tê payîn di 2 û 3’yê gulanê de li bajarê Amedê were lidarxistin, bibe, di deriyê Murşdpinarê re derbasî Bakurê Kurdistanê bû.
Şandeya komîteyê ji Serokê Karên Derve ya Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo, Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantonê Xalid Berkel, Serokê Desteya Perwerdeyê ya Kantonê Hisên Mihemed Elî, Cîgira Serokê Desteya Karên Derve Merwa Dirêhî, Endamê Rêveberiya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Gêlo Îsa, Cîgira Serokê Desteya Karûbarên Civakî Hêlîn Cumaa, Berpirsyarê Têkliyên Dîplomasî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aysel Mihemed Ehmed û pêk tê.
Tê payîn ku şande bi komîteyên din ên şopandin û amadekariya kofransê li bajarê Amedê bi hev re bicivin û mijara konfransê gotûbêj bikin.
Her wiha hate gotin ku şandeyeke din dê ji Kantona Kobanê bi heman armancê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe.
Güncelleme Tarihi: 28 Nisan 2015, 11:47