Navenda Ragîhandin û Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşand nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dadne eşker kir. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
ˮRoj bi roj şoreşa Rojavayê Kurdistanê dengê xwe li tevahî cîhanê belav dibe, ew jî bi saya têkoşîna ku li Rojava tê meşandin û bi saya ked û xwîna şehîdan yên ku gulên di bin keviran de mayî şînber dikin.
Her çipas gotin bêne ziman wê birtûk û pînûs têre neke ku mafê berxwedan û têkoşîna bê hempa bê dayîn.di heman demê de wê têre neke ku mafê ew malbata ku sê zarokên xwe diyarî axa pîroz kirine ji bu misogerkirina jiyanek azad durî koletî û detihladariyê bide.
Gelê ku di bin nava çar dîwaran de mayî û bi sînor asê mayî,îro bi ked û xwêdaneke mezin li hember hemu cureyên êrîşan disekinin û xwe dikin mertal li hember dijminê mirovahiyê yê ku duxaze car din komkujiyan li ser gelan de bêne têdkoşin.
Îro li rojavayê kurdistanê Yekîneyên me û gelê me yê welat perwer li hember hemu hewildanên dagirkeriyê disekinin, bi dehan ciwan ji deverên cuda îro beşdarî nava refên berxwedanê dibin û sing bi sing li hember hêzên tarî yên girêdayî Daîşê şerdikin û êrîşên wan têk dibin. Yekîneyên me soza ku bi şehîdan re dayîn îro pêk tênin û xwîna xwe dikin diyarî welat û gelê xwe.
3 şervanên me di berxwedanê ku li Serêkaniyê tê meşandin de bi fedekariyek mezin şerkirin û gihiştin asta şehadetê, di nava her sê rêhevalên me de 2 ji pêkhateyên erebin.
Di şexsê her sê hevalên me de em tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tênin û bi rêz bijna xwe li hember wan ditewênin, car din em ser saxiyê ji malbatên her sê pakrewanan û tevahî malbatên şehîdan re duxazin.ˮ
Nasnama şervanan wihaye :
Nav û paşnav : Dilovan Elmelek
Nasnav: Dilo Gir Faris
Navê dayîk : Rebîaa
Navê bav : Salar
Cihê ji dayîkbûnê : Gir Faris
Dîroka tevlêbûnê : 2013
Cih û dîroka şehadetê : serêkaniyê – gundê Menacîr 24 Avrêl 2015
—–
Nav û paşnav: Bunyan Elnehar
Nasnav: Şervan
Navê dayîk : Emûşa
Navê bav : Xidir
Cihê ji dayîkbûnê : Til Ehmed
Dîroka tevlêbûnê : 2014
Cih û dîroka şehadetê : serêkaniyê 25 Avrêl 2015
—–
Nav û paşnav: Şeiban kurdî
Nasnav: Şiyar Kurdî
Navê dayîk : Salha
Navê bav : Silêman
Cihê ji dayîkbûnê : Serêkaniyê
Dîroka tevlêbûnê : 2012
Cih û dîroka şehadetê : Serêkaniyê gundê Imeyir 24 – 2 – 2015
Güncelleme Tarihi: 28 Nisan 2015, 11:49