Namzetên HDP'ê yên Bartinê: Em ê nehêlin santrala nukleerî bê çêkirin

Gelê Bartinê bi salane li dijî santralan li ber xwe dide. Bawerî heye ku ev ruhê berxwedanê bi HDP'ê re li qadên din jî xwe bide der. Rêxistina HDP'ê ya Bartinê bi dirûşmeya "Li dijî HES, RES û Santralên Nukleerî HDP" tevlî hilbijartinan dibe.

Namzetên HDP'ê yên Bartinê: Em ê nehêlin santrala nukleerî bê çêkirin
 Yek ji cihên banga jiyana nû ya HDP'ê bersiva xwe lê dibîne, Bartin e.

Ji ber ku cara yekemîn e li bajêr rêxistina HDP'ê ya Bajêr ava bû, gel xwedî lê derdikeve. Li Bartinê ku rêjeya bêkariyê bilind e, tê gotin ku jin ji mêran bêhtir dixebitin û kedxwarî lê zêde ye.

Gelê Bartinê yê li hemberî HES û santralên termîk zane û rêxistinbûyî ye, bi salane li hemberî van santralan li ber xwe dide. Bawerî heye ku ev ruhê berxwedanê bi HDP'ê re li qadên din jî xwe bide der. Rêxistina HDP'ê ya Bartinê bi dirûşmeya "Li dijî HES, RES û Santralên Nukleerî HDP" xwe ji bo hilbijartinê amade dike.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Bartinê ji ANF'ê re axivîn.

Ji namzetên HDP'ê Dîren Cevahîr Şen ji Bartinê ye û li Bartinê ji dayik bû, mezin bû. Şen ku xwendina xwe li Bartinê temam kir, parêzeriya serbest dike.

Ji ber ku ji malbat polîtîk bû wê bi xwe jî di temenê biçûk de siyaset nas kir û bi salane li Bartinê siyasetê dike. Şen ku di destpêkê de di nav ODP'ê dest bi jiyana xwe ya siyasî kir, bi avabûna HDK'ê re li ser banga hat kirin tevlî xebatên HDK'ê bû.

'JIN IM Û HDP'YÎ ME'

Şen da xuyakirin ku HDP yekane hêz e ku dikare qadekê veke ku gel bi hev re lê bijîn, biryarên xwe bi xwe bidin û wan bixin meriyetê ye. Şen got, "Ji ber ku dixwazim jin azad be, civak ekolojîk be û her kes bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya zanistî werbigire, li vir im. Jin im, femînîst im û ji ber vê li nava HDP'ê me. Yekane qada polîtîk a ku dikare van li vê xakê şîn bike HDP ye."

'TÊ XWESTIN 7 JÊ SANTRALÊN TERMÎK 30 HES WERIN ÇÊKIRIN'

Şen bal kişand ser pirsgirêkên Bartinê û anî ziman ku ev pirsgirêk ji pirsgirêkên giştî yên welêt cihê nînin, lê belê Bartin ji aliyê hilweşîna ekolojîk ve xwedî pirsgirêkek cidî ye. Şen got, "Bi salane li vir talaneke mezin a ekolojîk tê plankirin. Ev polîtîka bi Ozal re destpê kir ku di dema hikûmeta AKP'ê de zêde bû. Projeya santralên termîk di dema AKP'ê de gelekî xurt bû. 7 jê santralên termîk tê xwestin ku 30 HES werin çêkirin. Têkoşîna me ya li vê qadê wê dewam bike. Me santral nedan çêkirin, em ê nedin çêkirin."

'LI BARTINÊ EM Ê BIHÊLIN KU KEDA JINÊ WERE DÎTIN'

Şen da zanîn ku li herêma Bartinê jin dixebitin, mêr li qehwexaneyan rûdinên û anî ziman ku mêrên li Bartinê bi giranî li madenan dixebitin lê êdî rewşeke bi vî rengî nîne. Şen diyar kir ku mêr gelekî hez ji betaliyê dikin û got, "Yek ji cihên ku keda jinê lê nayê dîtin, ev der e. Îstihdama jinê li vir gelekî kêm e."

Şen anî ziman ku jin li bexçe û zeviyan gelekî dixebitin lê keda wan nayê dîtin û destnîşan kir ku ew ê bihêlin li Bartinê keda jinê were dîtin.

'HDP GOTINA XWE BI ZIMANÊ JINÊ DIBÊJE'

Şen ragihand ku ew ê bi şiyar 'Em ê nehêlin xwezaya Bartinê were tinekirin' bixebitin û got, "Jiyana ekolojîk a em diparêzin, em ê li vir, li Derya Reş bidin destpêkirin. Haya welatiyan êdî ji komkujiyên ekolojîk heye, em ê vê rewşê her vebêjin. Ev der yek ji bajarên cînayetên li jinê tên kirin gelekî lê zêde ye. Em dixwazin bi jinan re van pirsgirêkan çareer bikin. Bi hûnandina piştevaniya jinê re em ê bêjin jin biherikin kolanan. Ji ber ku HDP partiyeke gotina xwe bi zimanê jinê bilêv dike ye."

TEKGUL: HDP JI BO MIN RÊBAZEKE JIYANÊ YE

Ji namzetên HDP'ê yên Bartinê Nûr Saît Tekgul ji Agirî ye û esnaf e. Jiyana wî ya siyasî ya bi HADEP'ê re destpê kir bi HDP'ê re dewam dike. Tekgul diyar kir ku HDP ji bo wî tê wateya hebûn, nasname û azadiyê û got, "HDP ji bo min rêbazeke jiyanê ye."

'REAKSIYONÊN ERÊNÎ TÊN NÎŞANDAN'

Tekgul anî ziman ku li Bartinê seroka bajêr û namzeta rêza yekemîn ji Bartinê ye, avantajeke mezin dide wan û diyar kir ku xwedîderketina gelê xwecihî li partiya wan, bûye moral ji wan re. Tekgul got, "Li vê derê em dikarin bi hêsanî bikevin nava gel. Partiya me li vir nû vebû, bi xebateke baş re, eger em karibin xwe ji gel re vebêjin, di hilbijartinên pêş de em ê karibin şaredariyê bi dest bixin. Dema ji bo naskirina esnafan em dikarin, reaksiyonên neyînî dernakevin pêşiya me. Polîtîkaya hembêzkirinê ya HDP'ê li Bartinê bersiva xwe dibîne."

'EM Ê LI DIJÎ KEDXWARINA LI BARTINÊ BISEKININ'

Tekgul da zanîn ku Bartinê di destpêkê de ew ê ji jinan re bibin çareserî û plan dikin ku ji bo jinên ji gundan tên navenda bajêr û berhemên xwe yên destan li bazarê difiroşin, kooperatîfekê ava bikin. Tekgul bal kişand ser kedxwariya karkerên li Pîşesaziya Organîze ya Bartinê dixebitin û got, "Karker demekê li pîşesaziyê sendîkayî bûne, lê piştre dest jê berdane. Li vir hefteyê heft rojan dixebitin, betlane, destûra salane nîne. Em ê bi van mijaran re eleqedar bibin û çareseriyê peyda bikin. Hemû derfetên xwe em ê ji bo gelê Bartinê bikar bînin."

Güncelleme Tarihi: 12 Mayıs 2015, 19:24
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER