Li Wanê provokasyona AKP'ê: 4 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Wan Elbakê, AKP'yiyên çûn serxweşiya malbatekê, ji aliyê malbatê ve nehatin qebûlkirin û li ser vê yekê AKP'yiyan gilî kirin. Polîs jî li ser giliyê AKP'yiyan ket nava tevgerê û Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê jî di nav de 4 kes kirin binçavan.

AKP'yiyên li taxa Yenîmahalle ya navçeya Elbakê ya Wanê çûn serxweşiyê û xweşiyê şînê AKP'y'î qebûl kir. Li ser vê yekê AKP'yiyan agahî dan polîsan û çûn navenda navçeyê. Li navenda navçeyê jî esnafan nerazîbûn nîşanî AKP'yiyan dan lê belê polîsan êrîşî esnafan kirin. Li ser giliyê AKP'yiyan Hevserokê DBP'ê yê Elbakê Senar Yeşîlirmak, Delegeyê KCD'ê Dervîş Polat, endamê Meclîsa Şaredariya Elbakê Selahattîn Bozkûrt û rêveberê HDP'ê yê navçeyê Salih Tayfûn hatin binçavkirin.

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Wanê Mîraz Çalli û Hevşaredarê Elbakê Îhsan Guler jî ji bo rewşa kesên hatin binçavkirin hîn bibin çûn Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.

Li navçeyê piştî AKP'î derketin alozî bi dawî bû.

Güncelleme Tarihi: 03 Mayıs 2015, 17:15
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER