Li gorî agahiyên ku nûçegîhanên ANHA´ê ji Til Temir girtine, duh saet di 15.00´an de li gundê Xêbiş ê rojavayê Til Temir û gundê Til Nesrî yê başûrê bajar di navbera hêzên YPG´ê û çeteyên DAIŞ´ê de ku dixestin pêş ve werin, şerên dijwar derketin. Şer bi hemû dijwariya xwe heta îro saetên sibê dom kir. Di encamê de 20 çete hatin kuştin. Şer bi awayekî demkî hîn didome.
Nûçegîhanên ANHA´yê yên Serêkaniyê jî diyar kirin ku duh di saetên êvarê de qernasên hêzên YPG´ê li gundê Hewas a herêma Aliya ku 25 kîlometreyan rojavayê Serêkaniyê dikeve 2 çeteyên ku dixwestin çeperekê bi axê avabikin kirin hedefa. Di ecamê de çeteyk hate kuştin û yek jî birîndar bû.
Güncelleme Tarihi: 20 Nisan 2015, 19:18