Li Efrîn û Helebê 72 komîn hatine avakirin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û rêxistina Yekîtiya Star li kantona Efrîn û Helebê 72 komîn ava kirine, ji van 24 komîn ên jinan ne.

Li Efrîn û Helebê 72 komîn hatine avakirin

Hemleya avakirina komînan TEV-DEM’ê û Yekîtiya Star li kantona Efrînê û Helebê bi armanca rêxistinkirina civakê û çareserkirina pirsgirêkên wan ev demeke dabû destpêkirin, didome.

EFRIN-AVAKIRENA-KOMENA-LI-EFRIN-U-HELIB-4

Li taxa Kevin ya bajarê Efrînê komînek bi navê Şehîd Kurdman, li taxa Efrîna nû komîna Şehîd Ciwan û komîna Şehîd Rizgar hatin avakirin. Li taxa Efrîna nû jî komîna Şehîd viyan a jinan hatine avakirin. Jinên taxa Efrîna kevin jî komînên xwe yên xweser bi navê komîna Şheîd Şîlan ava kirine.  li gundê Kefer Şêle ya girêdayî Efrînê jî jinan komîna xwe ya gund ava kirine.

Li navçeya Şera ya Efrînê jî şêniyên gundê Diraqliya, Mşlê, Qestel Cindo, Qestel Kişik, Alçiya û Derwîş ên navçeyê komîn hatin avakirin. Hemû komîn ji aliyê TEV-DEM ‘ê ve di encama civînan de hatin avkirin.

Li navçeya Bilbilê jî 9 komîn hatin avakirin. Ji van komînek a jinan e. Komînên hatine avakirin li gundên Balaya, Gorzêle, Hayama, Qizil Paşa, Berkeş, Qestel Miqdad û Siêriya hatine avakirin. Ji van komînek ên jinan e. ji van komînan komînek xwesr a jinan li gundê Qestel Miqdad bi navê ˮKomîna Şehîd Bêrîvanˮ hate avakirin.

EFRIN-AVAKIRENA-KOMENA-LI-EFRIN-U-HELIB-3

li navçeya Mabata jî 3 komînên jinan û 3 komînên giştî hatin avakirin. Komînên hatine avakirin li taxa Elewiyan, taxa Wista û taxa Jêrîn ên navçeyê hatin avakirin. Her wiha li gundê Gemrok, Qoqê û Birîmcê jî 3 komînên giştî hatin avakirin.

Li navçeya Raco ya Bilbilê 5 komînên jinan jî di nava de bi giştî 20 komîn hatine avakirin.  Li gundên Etmanê, Şêx Bîlal, Çomaqa Mezin, Elemdar, Derwîş, Kora, Dîka, Cobono, Qasim, Çiya û Berbanê, her wiha taxa Saxûr a navçyê komîn hatin avakirin. Jinên navçeyê jî 4 komînên xwe li taxa sêyemîn, taxa Eltaniya û gundên Zarga û Etmanê jî komînên xwe ava kirin.

Li navçeya Cindirêsê jî li taxên Şehîd Bedran, Şehîd Demhat, Şehîd Ronahî û Şehîd Rojda komînên giştî hatin avakirin. Li navçeyê rêxistina Yekîtiya Star 11 komînên jinan avakirine. Komînên jinan li taxa Başûr, Şehîd Dilsoz, Şehîd Seydo, Şehîd Demhat, Şehîd Bedran, Şehîd Ronahî û Şehîd Bermal ên navçeyê, her wiha li gundên Hecî Iskender, Nisriyê, Telef û Yelanozê hatin avakirin.

Li navçeya Şêrawa ya Efîrnê jî li gundên Şadiriyê, Gundê Mezin, Başirmanê û Basûfê komînên gundan hatin avakirin.

HELEB

Li taxên Şêxmeqsûd û Êşrefiyê yên Helebê 4 komînên giştî û komîneke jinan hate avakirin. Li beşê rojava ji taxa Şêxmeqsûd komînên Şehîd Fayîq Zap û Komîna Şehîd Serbuxe, li beşê rojhilat a taxê jî komîna Şheîd Munzir hate damezirandin. Li taxa Eşrefiyê jî komîna giştî bi navê Komîna Şehîd Celal û komîna jinan bi navê Şehîd Perwîn hate avakirin.

Hemû komîn di riya civînan hatin avakirin. Di civînan de hevserok û komîteyên komînan jî hatin destnîşankirin.

Güncelleme Tarihi: 03 Mayıs 2015, 17:10
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER