Li Amara fînala bêhempa

Bi deh hezaran kes bi meşê li gundê Ocalan lê hatî dinê Amarayê hatin gel hev. Li baxçeyê malê îzdiham çêbû û ji bo azadiya Ocalan dirûşm hatin berzkirin.

Li Amara fînala bêhempa
 Bi deh hezaran kes bi meşê li gundê Ocalan lê hatî dinê Amarayê hatin gel hev. Li baxçeyê malê îzdiham çêbû û ji bo azadiya Ocalan dirûşm hatin berzkirin. Mehmet Ocalan ji welatiyên mal ziyaret kir re axivî û wiha got: "Ocalan ji hemû gelan re pir e."

Bi deh hezaran kes bi vesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi gundê Amara yê Ocalan lê hate dînê ve herikîn. Meşvanên di 31'ê Adarê de li Riha, Dîlok, Semsûr û Kobanê bi dirûşma "Ji Rêberê Apo re azadî" dest bi meşê kirin piştî duh gihiştin Xelfetiyê pîrozbahiya destpê kir û îro jî li gundê Amarayê berdewam kir. Heya serê sibê pîrozbahiyan berdewam kir û serê sibê jî bi deh hezaran kes ber bi gundê Ocalan lê hatî dinê ve meşiyan.

JI 7 SALÎ HEYA 70 SALÎ…

Bi hezaran kes ji Xelfetiyê ber bi gundê Amara yê 10 kîlometre dûr meşiyan û bi hezaran kes jî bi wesayîtan çûn gund. Di rê de welatiyên gundan welatiyên di meşiyan silav kirin. Welatî kom bi kom ber bi gund ve çûn û ji 7 salî heya 70 salî welatî tevlî meşê bûn.

TEVÎ BARANÊ MEŞ

Tenê serê sibê na şevê jî welatî çûbûn gund û mal ziyaret kirin û vegeriyan. Ligel baranê welatî bi coş meşiyan û di meşê de jinan bi stranên xwe reng dan meşê. Ji ber zêdebûna welatiyan rêya gund bi temamî hate girtin û bi hezaran wesayît di rê de man. Piştî rê hat girtin welatiyên ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin ji wesayîtên xwe hatin xwarê û ber bi gund ve dest bi meşê kirin. Di meşê de posterên Ocalan hatin hilgirtin û zarokan got, "Em diçin mala Serok Apo"

DESTPÊKÊ ZIYARET PIŞTRE GOVEND

Di ketina Amarayê de meşvan bi pankartên Ocalan ên mezin hatin pêşwazîkirin. Ewil mala Ocalan lê hat dinê hate ziyaretkirin û pişt re welatî li gund belav bûn û govend girtin. Li gelek nuqteyên gund welatî ji bo Ocalan stranan dibêjin. Bi deh hezaran kesên ewil li baxçeyê malê hatin cem hev rêzgirtin girtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Baxçeyê malê bi posterên Ocalan û alên PKK û KCK'ê hatin xemîlandin.

BI SÊ ZIMANAN PANKART Û DOWÎZ

Welatiyên mal ziyaret kirin hem li ber malê û hem lî ber wêneyên Ocalan wêne kişandin. Li ber malê ji ziyaretvanan re şirînahî hate pêşkêşkirin. Li baxçeyê malbatê pankartên Ermenî, Tirkî û Kurdî hatin nivîsandin ên "Rêber Apo Rojbûna te pîroz be" hatin daliqandin û welatiyan dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Ey Serok rojbûna te pîroz be" berz kirin.

'OCALAN PIRA HEMÛ GELAN E'

Li ber mala deh hezaran kes lê kom bûn paste hat birîn. Dayikên Aştiyê û birayê Ocalan Mehmet Ocalan paste birî. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan axaftinek kin li vir kir û diyar kir ku bi sed hezaran kesên gund ziyaret kirin xwedî li Ocalan û ramanên wî derketine û Ocalan tenê Rêberê Kurdan nîn e rêberê hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn e û wiha got: "Ocalan pira hemû gelan e. Divê demildest êdî Ocalan di nava gelê xwe de be. Ocalan ji bo azadiya gelê xwe, xwe feda kir. Çareserî nêz e. Neyên provokasyonan. Em hemû bi hev re têkoşînê bilind bikin serketin wê ya me be. Azadî berî her tiştî tê. Sala bê Rêberê Apo wê li cem me be."

Güncelleme Tarihi: 04 Nisan 2015, 18:34
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER