Cenazeyên 5 şervanê YPG'ê yên bi navê Tolhildan Efrîn, Hecî Henedî Hemik, Dilbirîn Rojhilat, Agir Kobanê û yek ji şervanê navê wî nayê zanîn îro bi merasîmek leşkerî li Goristana Şehîd Dîcle hatin definkirin. Di merasîma definkirinê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Di merasîmê de Wezîrê Parastinê yê Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen axivî û diyar kir ku ji her deverê keç û xort tevlî nava refên YPG/YPJ'ê dibin. Hesen da zanîn ku ji bakur, başûr, rojhilat û heya ji Ewrûpayê jî jin û xortên ciwan tevlî berxwedanê dibin û wiha got: "Hûn dizanîn ku şer her roj mezin dibe. Ji ber vê yekê em bang li gelê Kobanê dikin ku tevlî YPG ûYPJ'ê bibin. Xwedî li berxwedana Kobanê derkevin."
Pişti axaftina Hesen, Rêveberiya Saziya Malbata Şehîdan Mustafa Îto axivî. Îto bi lêv kir ku yên ku dilê wan ji bo azadî û rizgariyê lê didin bila serê wan sax be û ev tişt got: "Hûn jî dizanin ku dema em dibêjin dîrok her wiha şehîd dikevin bîra me. Şehîdên me li Rojhilata Navîn li cîhanê û li Rojavayê Kurdistanê dirokek nû û paqij dinivîsin. Her wiha vegera gelê Kobanê didome. Bi saya leheng û qehremanên me ev yek pêk tê. Em çiqasî bêjin jî em nikarin fedakariya wan bînin ziman. Lê îro em dikarin ji gelê xwe re bêjin divê em bikaribin armanc xewn û xeyalên şehîdan bînin cih."
Piştî axaftina Îto, birayê şehid Tolhildan Efrin, Givara Efrin axivi û wiha got: ’’Ez bejna xwe li ber tevahî şehîdên tevgera azadiyê ditewînim. Sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazim."
Merasîm bi dirûşmên, "Şehîd namirin" , "Bijî Serok Apo" û "Biji berxwedana Kobanê" bi dawî bû.
Güncelleme Tarihi: 06 Mart 2015, 22:51