Alîkariyên di deriyê Murşit Pinarê re derbas bûn, ji bo li gelê Kobanê were belavkirin, radestî rayedarên Rêxistina Alîkariya Kobanê hatin kirin.
Di çarçoveya Kampanya dermankirina birînên Kobanê de, saziya mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê îro 10 TIR tije xwarin û pêdiviyên jiyanê ji bo welatiyên Kobanê şandin..
Alîkariyên ku behayên wan 275 hezar Euro ango 70 mîlyonên Sûrî, alavên ji xwarinên bîngehîn pêk tê li deh TIR'an bar kir û di deriyê sînor yê Kobanê re derbas kir.
Alîkarî ji bo li welatiyan werin belavkirin radestî saziya mirovahî ya Kobanê hat kirin.
Hefteya derbasbûyî jî, Heyva Sor a Kurdistanê 4 Ambulans û Nexweşxaneyeke Gerok ji bo Kobanê şandibû.
Güncelleme Tarihi: 18 Nisan 2015, 15:56
biji bexadana kobane