'HDP wê ji bo gelan guhertineke mezin bike'

Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê bênavber berdewam dikin. Namzetên HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnaf ziyaret kirin û bi rojnamegeran re hatin cem hev.

'HDP wê ji bo gelan guhertineke mezin bike'
 Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê bênavber berdewam dikin. Namzetên HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnaf ziyaret kirin û bi rojnamegeran re hatin cem hev. Namzetê HDP'ê yê Çewlîkê Hîşyar Ozsoy, diyar kir ku li hemberî Wezareta Karên Diyanetê derketin nayê wateya li hemberî olê derdikevin û wiha got: "Heke pêvajoya çareseriyê hilweşe ti kes nikare Erdogan xilas bike." Namzeta HDP’ê ya Kocaeliyê Ayfer Koçak jî anî ziman ku HDP wê ji bo gelên Tirkiyeyê guhertineke mezin bîne.

ÇEWLÎK

Namzetên HDP'ê yên Çewlîkê Sevgî Oruç, Hîşyar Ozsoy û Serhat Gumuş bi minasebeta 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê bi xebatkarên çapemeniyê yên bajar re hatin cem hev. Di civînê de namzetan roja rojnamegeran pîroz kir û pirsgên rojnamegeran bersivandin. Namzetê HDP'ê Hîşyar Ozsoy têkildarî nîqaşên girtina Wezareta Karên Diyanetê de axivî û diyar kir ku li hemberî Wezareta Karên Diyanetê derketin nayê wateya li hemberî olê derketin û ew sazî di bin hîmayeya dewletê de ye û wiha got: "Ol a gel e dest jê berdin bila azad bijîn. Heke pêvajoya çareseriyê têk biçe ti kes nikare Erdogan xilas bike." Namzeta HDP'ê Sevgî Oruç jî diyar kir ku berî hilbijartinê 20 hezar polîs şandin bajar û ev yêk jî tê wateya amadekariya şer.

ÊLIH

Namzetên HDP'ê yên Êlihê Alî Atalan, Ayşe Acar Başaran û Hasan Yagiz jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnaf ziyaret kirin. Di rojeva namzetan û gelk de mitîngên Erdogan ên Êlih û Amedê hebûn. Welatiyan diyar kir ku Erdogan hêj weke Serokê Giştî yê AKP'ê tevdigere. Ligel sorkirinên Erdogan gelek bi taybet namzetê HDP'ê yê Êzîdî Alî Atalan gelek germ pêşwazî kirin.

Namzeta HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku gel bi betaliyê têdikoşe û dê ji bo vê yêkê têkoşînê bikin û wiha got: "Em dê projeyên jin di sektora kar de cih bigirin pêş bêxin." Namzetê din Hasan Yagiz jî diyar kir ku AKP polîtîkayên betaliyê zêde dike pêk tîne.

AMED

Namzeta HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevşaredarê Navçeya Surê Seyît Narîn û endamê HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de gundên Kozan, Satya, Zorova û Hanefî serdan kirin. Heyet bi konvoyek 30 maşînî serdana gundan kirin. Zarok û ciwanên gundan heyeta HDP'ê bi dirûşm û alên HDP, PKK'ê pêşwazî kirin. Gundiyan dew îkramî heyetê kir. Gel li navendên gundan bi heyeta HDP'yî re hatin cem hev.

Di serdanê de Namzeta HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan axivî û diyar kir ku eger Erdogan serokkomarê Tirkiyê ye, nabe ku ji bo dengan bigere. Aydogan destnîşan kir ku duh li Amed û Batmanê di bin navê vekirinan de Erdogan deng kom kirin, lê gelê Amedê dersa Erdogan dayê. Aydogan anî ziman ku duh hevşaredarên wan Erdogan pêşwazî nekirin û wiha got: "Erdoganê ku piştî 13 salan pirsgirêka Kurd red dike, jin yan zarok be jî lêdixe, Roboskî nas nake, di 13 salan de 180 zarokên me qetil dike, her kî be bila bibe gelê Kurd wî pêşwazî nake." Aydogan da zanîn ku Erdogan bi quranê îslamê nîşanî gelê wan dike û wiha bilêv kir: "Gelê Kurd ji beriya hemû gelan Îslam perjirandiye, divê Erdogan perwerdeya Îslamê ji gelê Kurd bigire."

BURSA

YAKAY-DER’ê bi bernameyeke malbatên ku xizmên xwe winda kirine û navmzetên HDP’ê yên Bursayê anîn cem hev. Gelek malbatên ku xizmên xwe winda kirine û Endama MYK a HDP’ê Dîlek Yagli, Hevserokên HDP’ê yên BUrsayê Kezban Dumlu, Yuksel Aygun û ji namzetên HDP’ê yên Bursayê Asîye Kolçak û Munesra Geçîmlî beşdar bûn. Asîye Kolçak li vir axivî û got ku ew bi hemû tecrubeyên xwe ve di HDP’ê de hatine cem hev. Kolçak bal kişand li ser rewşa girtiyên nexweş jî û rewşa Aysel Dogan anî rojevê û got ku divê girtiyên nexweş bên berdan. Di bernameyê de xizmên windayan jî axivîn û bername bi stranên hunermendên Navenda Çandê ya Sarya bi dawî bû.

KOCAELÎ

Namzetên HDP’ê yên Kocaeliyê Ayfer Koçak, Guner Kîzîr li EMEP a Gebzeyê bi xebatkarên çapemeniyê re hatin cem hev. Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan jî beşdarî bernameyê bû. Selma Gurkan axivî û got ku hilbijartinên 7’ê Hezîrenê ne hilbijartinên ji rêzê ne û dê du xet têbikoşin an hêzên demokrasiyê dê bi hez bin an jî Erdogan dê bibe dîktator. Gurkan got ku hêza ku bersivê bide demê HDP ye û ji ber vê yekê jî tîfaq pêk anîne. Ji namzetan Ayfer Koçak jî anî ziman ku HDP wê ji bo gelên Tirkiyeyê guhertineke mezin bîne.

Di civînê de ji namezetan Guner Kîzîr jî axivî û diyar kir ku HDP’ê di danezane xwe de gel kiriye navenda hemû tiştan û bang li hemûkesan kir ku îradeya xwe daynin û nehêlin dîktatorî pêş bikeve.

MÊRDÎN

Aktîvîstên DEM-GENÇ’ê yên Mêrdîn, Şirnex û Sêrtê li navenda Çandê ya Mîtanniya Nisêbînê civîn li dar xistin. Meclîsa Ciwanan a DBP’ê, Meclîsa Jinên Ciwan ên DBP’ê yên Mêrdîn, Sêrt û Şirnexê jî beşdarî civînê bûn. Li salonê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK’iyên ku jiyana xwe ji dest dane û pankarta “Li dengê xwe xwedî derkeve” “Parastina xwe ya cewherî pêş bie, xwedî li nesnameya jina ciwan derkeve” hatin daliqandin.

Piştî rojevên civînê rêz hate girtin. Piştre jî civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir û li ser “pêvajoya siyasî” “hamleya “xwedî derkeve” “nirxandina hilbijartinan” hatin nîqaşkirin.

Piştî ti nîvro navber hate dayîn ciwanan daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Meclîsa Cİwanan a DBP’ê Sultan Aslan axivî û got ku bi taybetî li Botanê û hekû Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan çoşa hilbijartinê dest pêkiriye. Aslan bang li ciwanan kir û xwest bi ruhê seferberiyê bixebitin.

Civîn wê heta saetên êvarê berdewam bike.

WAN

Namzetên Wanê li navçeya Bêgirî li taxan bi gel re hatin cem hev. Namzeta Wanê Tugba Hezer li Mala Şînê ya Tar a Bêgirî civîna gel li dar xist. Hezer di civînê de axivî û wiha got: "Di 7'ê hezîranê de pirsgirêka benda hilbijartinê li pêşiya gelên tên tepisandin nemaye. Lê dîsa jî em dê şev û roj bixebitin û dengê xwe bilind bikin. Tevgera me soza daye gel digire û dê heya dawiyê jî gire. Hikûmeta di bin navê mislimaniyê de siyasetê dike diziyê dike û heramiyê dixwe."

Namzeta HDP'ê Yurdusev Ozsekmenler jî li taxa Kurdîvan a navçeya Îpekyolu xebatên xwe berdewam kirin. Ozsekmenler diyar kir ku AKP ji bo girseya xwe biparêzer li welat serî li hembû provokasyonan dide. Ozsekmenler anî ziman ku lê gelê me di ferqa vê yêkê de ye û provakator ser navkevin.

ÎDIR

Namzetên HDP'ê yên Îdirê M. Emîn adiyaman û kiznaz Turkelî, Hevşaredarê Îdirê Şaziye Onder, hevserokên HDP-DBP'ê yên di çarçoveya xebatên hilbijartinê de gundên azarî û Kurdan ên girêdayê Îdirê ziyaret kirin. Namzet dema kentin bi çepik û tîlîlyan hatn pêşwazîkirin. Di dema ziyaretê de welatiyên gundên Azerî û Kurd eleqederbûnek mezin nîşan dan. Di ziyaretê de namzet M. Emîn Adiyaman axivî û dê ev hilbijartin bibe xilasiya hebû gelan û wiha got: "Dê ev xilasî jî encax bi biratiyê pêk bê. Dê gel hemû xwe bi awayekî azad encax di HDP'ê de karibin îfade bikin. wê HDP pêşeroja gelên Tirkiyeyê ji nû ve înşa bikin."

STENBOL

Namzetên HDP'ê Neval Tan, Zehra Şahîn û Kemal Parlak li navçeya Avcilarê tevlî vekirina buroya ciwanan a hilbijartinê bûn. Di vekirinê de piranî ciwan tevlî bûn. Namzeta HDP'ê ya Stenbolê ya Herêma Duyemîn Neval Tan, diyar kir ku ji bo mafên ciwanan ên hatin gaspkirin careke din paşve bigirin dê têkoşînê bikin.

Namzeta HDP'ê ya Stenbolê ya Herêma Sêyemîn Hulya Îmak, jî tevlî bernameya li Komeleya Gundê Mercan Yarimkaya ya Pulurê bû. Serokê Komeleyê Seyfî Çaresiz balkişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha got: "Hemû kesên dengê xwe bikartînin divê destê xwe danîn ser wijdana xwe.Dema deng didin bila tiştên li Kobanê û Şengalê pêk hatin bifirikirin. Namzeta HDP'ê Hulya Îmak jî balkişand ser rewşa Aysel Dogan. Îmak ji hemû jinan piştgirî xwest û diyar kir ku nîvekî namzetên HDP'ê jin in. Piştî vê bernameyê Komeleya Gundê Omerlî yê Puturge yê Meletî ziyaret kir.

Namzetên HDP'ê yên Herêma Yekemîn Nurhan Yildirim û Necmiye Gumuş jî tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn.

RIHA

Namzetên HDP'ê yên Rihayê Dîlek Ocalan û Gulcan Avci xebatên xwe yên hilbijartinê li Sêwerekê berdewam kirin. Namzet ewil gundê Ogun ziyaret kirin û pişt re bi rêz Kuça Ayib, Haç goz, Madun, Şekerlî, Mêtîk, Musalîk, Keçîburcu, Kêşî ziyaret kirin. Dîlek Ocalan diyar kir ku ji bo aştiyekî mayînde divê hemû kes piştgiriyê bide HDP'ê. Namzeta HDP'ê ya din Gulcan Avci jî xwest ku hemû kes dengê xwe bide wan.

Namzetên HDP'ê yên Rihayên yên din Yasîn Batan û Yagmur Akay jî li navçeya Serêkaniyê xebatên xwe berdewam kirin. Batan û Akay li navçeyê bi coş hatin pêşwazîkirin û piştî buroya hilbijartinê ya navenda bajar ziyaret kirin gundên Humera Jêrin, Sufra, Gelegoç, Mengena ziyaret kirin.

Güncelleme Tarihi: 03 Mayıs 2015, 17:12
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER