Nûçegîhanên ANHA’ê Dicle Ehmed û Nazdar Ebdê û xebatkara ragîhdandina YPG’ê Gêrîla Jiyan li kantona Kobanê di nava berxwedanê de xebatên çapemeniyê meşandin û bûyerên rû didan ji raya giştî re ragdigîhandin.
Rojanmavanan destnîşan kirin ku çapemeniya kurdî piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê bêngaveke mezin avêt û got ku hin saziyên çepemeniyê berxwedana li Rojava şopandin û ji raya giştî re ragîhandin, lê hin alî dûrî şopandina rastiya berxwedanê man û tenê xizmeta partiyên xwe dikirin.
Rojanmavan Nazdar Ebdê
Nûçegîhana ANHA’yê Nazdar Ebdê ji destpêka şoreşê di nava berxwedana Kobanê de bû û rastiyên berxwedanê ji raya giştî re ragîhand. Nazdar Ebdê rola çapemaniyê nirxand û wiha axivî: ˮŞopandina bûyerên li Kobanê rû didan ne tenê kişandina wêneyekî yan jî dîman bû, yan jî nivîsa raporekê bû. Di Kobanê de civakek rastî êrîşa tunekirinê dihat, çeteyan dixwestin rumeta civakê tune bikin. Ji be vê yekê veguhestina berxwedana li Kobanê hate meşandin, nivîsandina dîrokê bi xwe ye.ˮ
Nazdar Ebdî ji Kobanê derneket û xebatên xwe ne da rawestandin. Nazdar derbarê xebatên xwe de ev agahî dan: ˮJi roja 15’ê îlûnê roja êrîş destpêkirin û heta roja 26’ê çileyê roja bajarê Kobanê bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin û heta îro jî, tişta bû mirovan matmayî dihêle. Di rojekê de gelek bûyer rûdidan, ji serpêhatiyên şoreşê, berxwedana şervanan a li dijî kiryarên çeteyan ku li dijî li dijî hemû mirovahiyê xeterin. Me nikarîbûgelek bûyeran ji dîrokê re ragîhîne. Gelek şervanên ku me bi hev re rojên dirêj bûrandin gihiştin şehadetê. Rojane me ji xwe pirs dikir, gelo em ê karibin rastiya bûyeran û berxwedana tê meşandin ragîhînin.ˮ
Rojnamavan Dicle Ehmed
Dicle Ehmed destpêka sala 2012’an de dest bi xebatên çapemeniyê dike, Di şopandina şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 2012’an de û rizgarkirina kantona Kobanê de rolê dilîze. Rewşa gel ji aliyê jiyanî, civakî û siyasî de bê navber şopand û ji di riya dîmen, nivîs û wêneyan ji raya giştî re raîghand. Di 1’ Adara 2013’an de weşana ANHA’yê destpê dike, ji roja yekê de tevlî nava xebatên ajansê dibe û wekî nûçegîhana ANHA’yê li Kobanê êdî dest bi xebatan kir. Di dema êrîşên komên çete yên li ser kantonê jî Dicle qebûl ne kir dest ji Kobanê berde û heta roja dawî di nava berxwedan Kobanê de me û rastiya şer û bûyeran ji raya giştî re ragîhand.
Dicle Ehmed derbarê derbarê xebatên xwe de nerîn parve û zehmetiyên di nava xebatan de jiyan kirin nirxand. Dicle Ehmed da zanîn ku xebatên çapemeniyê yên beriya şoreşa gel a ku di 15’Adara 2015’an de dest pê kir bi rêjîma Baas ve girdayî bû û got: ˮJi bilî saziyên çepemeniyê yên rêjîmê tu saziyên çapemeniyê di Sûriyê de nîn bûn, tenê li Rojavayê Kurdistanê xebatên veşartî hebû, wekî din jî hin komên biçûk ên girdayî partiyan hebûn ew jî bi awayekî veşartî kar dikirin.ˮ
Destpêka Şoreşa Rojava
Ehmed, da zanîn ku bi destpêka şoreşa Rojava re saziyên çepemeniyê hatin vekirin û bi awayekî aktîf dest bi xebatan kirin, Ajnasa Nûçeyan a Firat û Ajansa Nûçeyan a ANHA’yê , her wiha televizyonên kurdî û di serî de Ronahî TV, her wiha rojnameya Ronahî jî dest bi xebatan kirin. Dicle dstnîşan kir ku di heman dema ku wan saziyên çepemeniyê ji bo şopandina rastiya şoreşa Rojava tekoşîn kirin û gelek berdêl dan, hin saziyên din tenê berjewendiyên partîtî yên teng parstin û di gelek caran de ji bo berûvajîkirina rastiyan kar kirin.ˮ
Di êrîşên kobanê de rola çapemeniyê
Dicle Ehemed da xuyankirin ku çeteyên DAIŞ’ê di 15’êlûna 2014’an de êrîşî kantona Kobanê kirin û wiha dom kir: ˮEm wekî nûçegîhanên ANHA’yê di wê demê de li Kobanê bûn. Me berxwedana bê hempa ya şervanên YPG û YPJ’ê ji raya giştî ya Kurdistanê û hemû cîhanê re ragîhand. Me di riya nûçe û raporên xw de her dem hewl da ku em rastiya hovîtiya çeteyan a di Kobanê de ragîhînin. Em bê rawestan di nava berxwedanê de bûn, lê me car de jî nikarîbû ji bilî beşekî biçûk ji berxwedana bê hempa ku dihate meşandin ragîhîne.ˮ
Dicle Ehmed, zehmetî û kêmasiyên teknîkê ku di nava berxwedanê de jiyan dirin anî ser ziman û wiha dom kir: ˮAlavên teknîkî nîn bûn, ceyran pir zehemet dihate peydakirin, ji xwe internêt û alavên din jî di destê me de nîn bûn. JI ber wê gelek bûyer û serpêkatiyên şervanên YPG û YPJ’ê ku di qadên şer de jiyan kirin, me nikarîbû bişopîne û dûrî çavê cîhanê man.ˮ
Di dawiya axafitna xwe de Dicle Ehemed got: ˮPêwîste xebatên çapemeniyê li dûrî berjewiniyên taybet bêne meşandin, bibe dengê civakê yê rast û parastina mafên wan bikin. Di dawiyê de ez bejna xwe li ber berxwedana Şehîdên Çepemeniyê Denîz Firat, Mazlûm Bagok û Agirî Yelmaz ên ji bo rastiyê ragîhînin jiyana xwe ji dest dane, ditewînin.ˮ
Rojnamavan Gêrîla Jiyan
Şervana YPJ’ê û endama ragîhandina YPG’ê Gêrîla Jiyan di nava cebheyên şer de bi kemaraya xwe berxwedana bê hempa ya şervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî komên çete dimeşandin, şopand. Jiyan, ji tangên çeteyan ne ditirsiye û ji bo kişandina dîmenekî di cihên herî zehemet de cih git. Jiyan, derbarê xebatên xwe de wiha got: ˮMin di qadên şer de kamera di destê xwe de girt, kamîreya min jî wekî kilêş ye. Ji ber ku kamîre dîrokê dinivîse û dîmen û fotoyên kamîreyên me kişandine dê bibin malê dîrokê, dê rastiyê berxwedanê ji raya giştî û nifşên bên re vebêje.ˮ
Gêrîla Jiyan aste ku çapemeniya kurdî gihiştiyê nirxand û ev tişt anî ser ziman: ˮ Di dema niha asta çapemniyê li Rojava derketiye astekê, hejmara rojnamavanan gihiştiye sedan. Gelek rojnamavan hatin Kobanê, rojanmavanên kurd di Kobnê de man û rastiya bûyeran şopandin. Hevala me Agirî Yelmaz jiyana xwe ji dest da û yên din jî gelek caran ji mirinê rizgar bûn. Di be ku kêmasiyên me hebin, lê rola rojnamavanan di berxwedana Kobanê de pir mezin bû.ˮ
Güncelleme Tarihi: 22 Nisan 2015, 13:43