Dayikên Şemiyê li aqubeta Maksut Tepelî pirsîn

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê aqubeta Maksut Tepelî yê di sala 1984'an de li Nexweşxaneya Leşkerî ya Haydarpaşa di binçavan de hate windakirin pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqubeta Maksut Tepelî pirsîn
Dayikên Şemiyê yên Stenbolê aqubeta Maksut Tepelî yê di sala 1984'an de li Nexweşxaneya Leşkerî ya Haydarpaşa di binçavan de hate windakirin pirsîn. Parêzer Ercan Kanar xwest ku rayedarên dewletê yên wê demê ên berpirsiyarê cînayetê bên darizandin û wiha got: "Dewlet windayên di bin çavan de pêk hatin dernaxe holê bi zagonan rêya îşkenceyan vedike."


Dayikên Şemiyê yên Stenbolê çalakiya xwe ya hefteyan 515'an li Qada Galatasarayê li darxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de Prz. Ercan Kanar mafê axaftinê girt û aqubeta Maksut Tepelî yê di sala 1984'an di binçavan de hate windakirin pirs û balkişand ser "paketa ewlehiya navxweyî" Kanar da zanîn ku bi vê zagonê dê bûyerên windakirina ji nû ve pêk bên. Kanar bilêv kir ku zagon ji bo civakê gefekî gelek mezin e û wiha got: "Dewleta windayên di bin çavan de dernaxe holê riya îşkenceyan ve dike. Ev zagon zagona şer a li hemberî azadiyan e."

Nameya Hevsera Tepelî Şehrîban Tepelî Erdogan jî çalakiyê re şandî hate xwendin.

'TEPELÎ LI NEXWEŞXANEYÊ HATE WINDAKIRIN'

Piştî axaftinan daxuyaniya hefteyî ji aliyê Sevîl Turgut ve hate xwendin. Turgut diyar kir ku li Tirkiyeyê desthilatdariya siyasî "çanda bêcezabûnê" dide jiyîn û wiha got: "Ji ber vê yekê kiryar derxistin holê û hesap pirsîn tê astengkirin." Turgut bal kişand ser dosyaya Tepelî yê di binçavan de hate windakirin û anî ziman ku Tepelî piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê 5 meh şûnde yanî di 4'ê sibata 1981'an de li Erzînganê hate girtin û piştî 4 mehan di girtîgehê de û piştre koçberî Stenbolê bû. Di 2'yê sibata 1984'an de dema li Kuçukbakkalkoy a Stenbolê çû mala hevalekî xwe dît ku polîs li wir in xwest dûr bikeve û ji aliyê polîsan ve hate bîrîndarkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û rastî lêpirsîna bi îşkenceyî hate. Tepelî di 5'ê sibata 84'an de rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Haydarpaşayê û li wir hate windakirin."

Turgut da zanîn ku malbatê di 2001'an de serî li Dozgeriya Komarê ya Kadikoyê da û lêpirsîn carek din da destpêkirin û wiha pê de çû: "Bi zorê jî be gihîştin belgeyên têkildarî mirina Maksut de hatin amadekirin. Di muayneya mirinê de tê gotin Maksut di 6'ê sibatê de li Nexweşxaneya Leşkerî ya Haydarpaşa miriye tê gotin. Di bin vê belgeyê îmzaya Dozgerê Komarê yê Uskudarê Olgun Alpay û ji Tipa Edlî Kemalettîn Altuner hebû." Turgut anî ziman ku li gel nasnameya polîsan hate tespîtkirin Dozgerê Leşkerî yê Fermandariya Rêveberiya Awaret der heqê polîsan de biryara neşopandinê da. Turgut da zanîn ku di sala 2012'an de careke din serlêdana sûc hate kirin lê bi hinceta dosya demborî bûye carek din biryara neşopandinê hate dayîn.

Güncelleme Tarihi: 07 Şubat 2015, 15:53
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER