Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mehmet Şîrîn Ormanli (Welatê Zer) ku di 20'ê Adarê de li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Şirnex Silopiyê ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hat definkirin.
Piştî duh rêveberên MEYA-DER'ê û malbatê cenazeyê Ormanli ji Saziya Tipa Edlî ya Rihayê wergirtin, serê sibehê li gel kerwanek ji gelek wesayîtan pêk tê anîn Mizgefta Şehîdan a li taxa Cûdî.
Li gel Hevşaredarên herêma Şirnex, rêveber û hevserokên HDP û DBP'ê yên herêmê, endamên MEYA-DER, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, KURDÎ-DER, Meclîsa Bajêr ji aliyê dehhezaran welatiyan ve bi diruşma, "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin. Piştî ku li vir wecîbeyên olî pêk anîn, ciwanan cenazeyê Şervanê YPG'ê Ormanli hilda ser milê xwe û li gel dehhezaran welatiyan ber bi Goristana Şehîdan a li taxa Kobanê ve meşiyan. Di meşê de alên KCK, PKK û YPG'ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fermandarê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egît), Şervanê YPG'ê Mehmet Şirin Ormanli (Welatê Zer), gerîlaya PKK'ê Feyruz Ormanli (Kurdistan) ku di 1993'an de li Kerboranê û gerîlayê PKK'ê Ferhat Ormanli (Welatê Zer) ku di 1993'an li Heftenînê jiyana xwe ji dest dayîn hat hilgirtin. Di meşê de diruşmên, "Şehîd namirin" , "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd rêya te rêya me ye" hatin berzkirin.
Piştî ku bi deh hezaran welatî gihiştin goristanê, cenazeyê Ormanli bi dirûşma, "Şehîd namirin" çepik û tilîliyan hat definkirin. Piştî rêzgirtina Hevserokê MEYA-DER'a Cizîr Mele Qasim Yîgît axivî û sersaxî ji malbata Ormanli û tevahiya gelê kurd re xwest. Yîgît diyar kir ku xeta 8 mehan li rojavayê Kurdistanê li ber xwe dayî tevahiyê gelan, mirov û mirovahî kirin yek û hewceyî xwe kirin. Yîgît herî dawî anî ziman ku ew wê heta dilopek xwîn di laşê wan de hebe li pey xeyalên şehîdan biçin û bi pêkanîna xeyalên şehîdan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin.
Rêveberê Rêxistina DBP'ê yê Şirnexê Hurşit Kulter jî axivî û di kesayeta Ormanli de hemû cangoriyên Kurdistanê bi bîr anî. Kulter got ku şehîd bi berxwedana xwe peyam didin wan û axaftina xwe wiha domand: "Şehîd talîmata jiyana azad, talîmata xwe rastkirinê, talîmata li hember faşîzma çeteyên DAIŞ'ê û hevkarê wê AKP'ê xeta serketinê ye."
Dayîka Ormanli, Nahîde Ormanli jî got ku kurê wê ne şehîdê malbatê tenê ye ew şehîdê hemû Kurdistanê ye û sersaxî ji gelê kurd re xwest. Ormanli got ku piştî rizgarkirina Kobanê ew bi kurê xwe re axaftiye û ev tişt gotin: "Delalê min got, 'Dayê ez mizginiyê didim te me Kobanê rizgar kir' min jî delalê xwe pîroz kir."
Dayik Nahîde Ormali di axaftina xwe ya li vir de got, "Bila her kes êdî eslê xwe zanibe. Bila li şehîdan binêrin, bizanibin ku ji ku hatine û li gorî wê tevlî hilbijartinan bibe. Em ti carî li dû şehîdên xwe negiriyan, em nagirîn. Ji ber ku şehîd rûmeta me ne."
Piştî axaftinan bi hezaran welatî çûn konê sersaxiyê yê li taxa Cûdî ji bo Şervanê YPG'ê Mehmet Şirin Ormanli (Welatê Zer), gerîlaya PKK'ê Feyruz Ormanli (Kurdistan) ku di 1993'an de li Kerboranê û gerîlayê PKK'ê Ferhat Ormanli (Welatê Zer) ku di 1993'an li Heftenînê jiyana xwe ji dest dayîn hatiye vedan.
Güncelleme Tarihi: 12 Nisan 2015, 18:10