Bi sedan ji welatiyên Herêma Kobanê ji bo wergirtina cenzeyên yek ji fermandarên YPJ`ê Eyşe Ebdo (Nûjiyan Çem) ku di berxwedana gundê Girik de jiyana xwe ji dest dabû û şervanên YPG’ê Yusif Masûm (Adil Evrîm) û Şiyar Hemze (Hogir Kobanê) ku di berxwedana girê Şehîd Sîdar de jiyana xwe ji dest dabûn, îro seat di 16.00`an de li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan hatin cem hev.
Girseya gel cenaze ji vir wergirtin û bi karwanekî tirimpêlan birin Goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Termîk.
Piştî ku karwan gihîşt goristanê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê dest pê kir de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Arif Balî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê kurd re xwest. Balî, wiha got: “Roj bi roj em ji bo oxirkirina cangoriyên azadiyê li vê goristanê tên cem hev. Ev îsbata wê yekê ye ku, şop û xeta van şoreşger û qehremanan dê her bê şopandin û berxwedan dê bê gurkirin. Cangoriyên me yên ji du herêmên Rojavayê Kurdistanê ne. Hogir ê Kobanî qebûl nekir dest ji xaka xwe berde û heya vê gavê di çeperên şer de li ber xwe da. Yek ji fermandarên YPJ`ê Nûjiyan Çem û şervanê YPG`ê Adil ê Efrînî qebûl nekirin çavên xwe ji vê hovîtiyê re bigirin, serî jê re bitewînin û ji Efrînê hatin kobanê ku şerê rumetê bimeşînin. Hersêyan di oxira rizgarkirin û parastina vê axê û rumeta vî gelî de şehadet bi dest xistin.”
Piştî Balî li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Kobanê Serokê Desteya Karûbarên Civakî Mehmûd Bişar axivî û ev tişt anîn ziman: “Di kesayeta hersê şoreşgeran de em hemu şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Tekoşîna ku wan da meşandin a parastina xeta azadî û rizgariya gelan e. Di Rojhilata Navîn de niha tê xwestin bi riya şerê ol, nîjadperestiyê, hişyarbûna gelan ku di şoreşên gelan derket pêş biçewisînin. Şerê ku ev 4 sal in tê meşandin ji şoreş û wateya şoreşgertiyê derketiye. Gelek hêzên tarî û di serî de dagirkerên Kurdistanê ev yek armanc kirin. Lê belê gelê kurd li Rojava roj bi roj li qadên şer û siyasetê ev yek dan îsbatkirin ku ew ê di xeta azadî û rizgariyê de her bi îsrar bin. Kaniya xwîna şehîdan îro tekoşîna me bi ser xist. Êdî ew kanî nema diçike. Di roja îroyîn de her maleke Kurdistanê û bi taybet kobanê heya 2 û 3 zarokên xwe oxirî azadiyê vê axê kirin.”
Piştî axaftinan girseya gel cenazeyên cangoriyan di nava tilîlî û dirûşmeyên ku dilsoziya bi şehîdan re tînin ziman spartin axê.
Güncelleme Tarihi: 19 Nisan 2015, 23:36