Cenazeyê Kûytû serê sibehê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Cenaze ji aliyê hezaran kesên di nav de Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, rêveberên HDP, DBP, hevşaredarên Pirsûsê û ciwanan hebûn ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Kûytû ji aliyê jinan ve ji nexweşxanê hate girtin û li ser milan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Nûrgul Kûytû (Rojîn Sûrûç) û bi dirûşmeyên, "Ey şehîd xwîna te li erdê namîn e" , "Şehîd namirin", "PKK gel e gel li vir e" , "YPJ/YPG" û "Bijî berxwadana Kobanê" ber bi Goristana Şehîdan ve çûn.
'KEÇA MIN LI KOBANÊ JI BO MIROVAHIYÊ TÊKOŞIYA'
Piştî nimêjê cenazeyê Kûytû ji aliyê jinan ve hate definkirin û piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat. Ewil berdevka Dayikên Aştiyê Zelîxa Ozkan axivî û got serê wan her tim bi şehîdên wan bilind e ti carî ala wan danaynin. Dayika Kûytû Xedra Kûytû jî diyar kir ku keça wê li Kobanê ji bo mirovahiyê têkoşiya û got: "Keça min êdî bû keça Kurdistanê. Ne şehîda me tenê ye. Serê min bi wê bilind e. Serê Kurdistan, Rêberê Apo û rêhevalên wê sax be. Ez spasiya xwe li hemû kesên xwedî li şehîd derketin dikim."
Girseyê piştî axaftinan ji goristanê heta sûkê meşek lidarxistin.
Güncelleme Tarihi: 10 Mart 2015, 17:31