Çavkaniya moralê ya şervanên YPG'ê

Mam Heciyê Kobanî 65 salî ye, lê niha li di eniyên berxwedanê yên Serêkaniyê de bûye çavkaniya moralê ya şervanên YPG’ê.

Çavkaniya moralê ya şervanên YPG'ê

Navî wî rastî Mam Hecî Mistefa Olan e û ji bajarê Kobanê ye. Lê her kes bi navê Mam Heciyê Kobanî nas dike.  Ev nêzî salek û nîv e di eniyên berxwedanê de li rex şervanên YPG’ê cîh digire. 3 meh beriya niha jî hatiye Serêkaniyê. Niha di çeperê berxwedanê de bi xwendina helbestan, stranên denbêjiyê û gelerî yên ku bi xwe çêkirine bingeha moral û kêfxweşiyê ye ji bo hevalên xwe yên YPG’ê ye.

Mam Hecî 2 xwarzî û birayekî xwe di berxwedana li dijî rejîma Baas de winda kirine. Di sala 1978’an de fikirê azadî û welatparêziyê nas kiriye. Dema çeteyan êrîşî herêmên Kobanê dikin, ew jî di nava têkoşînê de cihê xwe digire. Ev salek û nîv e jî li rex şervanên YPG’ê ye û navê xwe kiriye Hecî Kobanê.

Mam Hecî ku dibêje, “Bi hêz û destûra xwedayê dilovan em ê êrîşî çeteyan bikin û Rojava rizgar bikin” nêrînên xwe ji ANHA’yê re anîn ziman.

Dema me pirsa “tu YPG’yî yan na?” ji Mam Hecî kir, bi awayek dilnizim bersiv da û got, “Ez xizmetkarê YPG’ê me. Me soz daye. Ezê vî karî wê heya dawiyê berdewam bikim û xizmeta gel bikim.”

Mam Hecî dibêje ku ev salek û nîv bi serbilindî di nava YPG’ê de cîh digire û wiha dom kir: “Dema êrîşên 15’ê Îlonê li ser Kobanê çêbûn, min cihê xwe di berxwedana Kobanê de girt. Li Kobanê ez ajokerê panzêrê bûm. Lê dema ku çete nêzî bajarê Kobanê bûn, hevalên min, ez ji Kobanê derxistim. Qasî 2 mehan ez di berxwedana Kobanê de mam. Min qasî du mehan qebûl nekir ji Kobanê dûr bikevim, ji ber ku ji bo min giran dihat. Ji bo wê min li Mala Gel a navçeya Pirsûs ya girêdayî bajarê Rihayê daxwaz kir ku carek din vegerim Kobanê. Mala Gel ev pêşniyara min rast ne dîtin.”

Dema ku Mam Hecî êdî dizanê ku wê nevegere Kobanê berê xwe dide Kantona Cizîrê. Nêzî 3 mehe cihê xwe di nava berxwedana çeperên şer yên Serêkaniyêde digire. Mam Heci destnîşan kir ku dema ew di çeperên şer de cîh digire, ji bo paqijkirina çeteyan hîn zêdetîr bi moral û kêfxweş dibe.

Mam Hecî di dawiya axaftina xwe de got: “Îro roj roja ku mirov çek rake û axa xwe biparêze ye. Ji bo wê ez bang li kesên ku çûne derve dikim ku vegerin welatê xwe. Hîn wext heya vegerîn ser axa xwe û xwedî li namusa xwe derkevin.”

Güncelleme Tarihi: 18 Nisan 2015, 15:49
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER