293 jin hatin rizgarkirin

Artêşa Nîjîriya ragîhandin ku hêzên wan 200 jinên ciwan û 93 jinên ku ji alkyê rêxistina Bokko Heram a Islamî ve hatibû revandin rizgar kirine.

293 jin hatin rizgarkirin

Berdefkiê fermî yê Artêşa Nîjîriyayê Chris Aolokolada ji saziyên çapemeniyê re axivî û diyar kir ku hêzên wan duh di saetên nnpiştî nîv re li herêma daristana Sambîza ya bakur-rojhilatê Nîjiryayê bargehek çekdarên rêxistina Islamî ya Bokoo Heram rûxandin. Aolokolada da zanîn ku wan di encama çalkiyê de 200 jinên ciwan û 93 jin ji destê çekdaran rizgar kirin. Lê derbarê nasnameya jinan de tu agahî ne hatin dayîn.

Di 14’ê nîsana 2014’an de çekdarên Bokko Heram 276 xwendekarên jin ên dibistana Hepok revandin. Ji wan xwendekaran 57 reviyan û xwe rizgar kirin û çarenûsa ên din ne hatin diyarkirin.

Güncelleme Tarihi: 29 Nisan 2015, 17:15
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER