Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê de de wiha hate gotin: “Em wekî Fermandariya YPG’ê ya Kobanê ji ber wefata Serok Şaredariyê yê bajaroka Elkê yê girêdayî Şirnaxê ya Bakurê Kurdistanê yê kevin, Yûsif Temel pirr xemgîn in.
Temel, ji bo azadiya gelê Kurd salên dirêj li Bakurê Kurdîstanê di qadên cûda de xebat meşand bû û seknekî wî ya mînak di aliyê welatparezî, fedakarî û rihê netewî de hebû. Yûsif Temel li hember êrîşên DAIŞ’ê ya dagirkirina Kantona Kobanê tevlîbûnekî xurt nîşan da û di nava berxwedanê de cihê xwe girt. Em tevlîbûna wî bi rêz û minêt bi bîr tînin.
Em bi koça dawî ya Yûsif Temel pirr xemgîn in. Em sersaxiya malbata Temel û hemû gelê me yê Kurdistanê dixwazin.”