ŞemdinliHaber

YPG’ê li Kobanê û Cizîrê derbeyên giran li çeteyan dan

Güncel

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên li Cizîrê û Kobanê de derbeyên giran li çeteyan dane.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên kantonên Cizîrê û Kobanê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand. Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye: ˮTehdîda çeteyên DAIŞ’ê ya li ser sînorên Kantona Cizîrê û operasyona hêzên me ya li hember vê tehdîde dimeşinîn, berdewam dike.

Hêzên me xebatên xwe ya lêgerîne, ya ku li gundên Mişêrfa û Aşra yên ku dikevin 13 km rojavaye Hasekê û doh hatibûn rizgarkirin bi encam kirin. Hêzên me di van gundan de tevî 7 termên çeteyan dest danîn ser doçkekî 23,5 mm, 7 kleş, 2 BKC, 1 roketavêja B7 û 13 gulleyên vî, dîsa gelek cebilxaneyên van çekan û hejmarek zêde amûrên leşkerî. Hêzên me li vir 4 maşîneyên çeteyan ku yek ji van doçka 23,5 mm yek jî doçka 14,5 mm bar kirî bû ruxandin.

Hêzên me doh ber bi êvarê bi armanca azadkirina gundên Xanat û Emero yên dikeve 9 km rojavaye Hesekê  operasyonek lidarxistin. Hêzên me yên ku komên çeteyên di van gundan de di demekî kin de ji gundan derxistin, her du gund jî rizgarkirin. Pevçunên li van gundan de hejmarek zêde çete hatin kuştin. Hêzên me li vir tevî 3 termên çeteyan dest danîn li ser 2 kleş, 1 BKC, 1 roketavêja B7 û hejmarek zêde cebilxaneya van çekan.

Di seatên şevê komên çeteyan êrîş anîn li ser gundê Emero ku ji aliye hêzên me ve hatibû rizgarkirin. Di pevçunên ku heta 02.00’yê şevê bênavber berdewamkir de hejmarek zêde çete kuştin lê hejmare zelal bi dest nexistin.

Hêzên me şevê din li herêma Alya jî li hember qadên di bin dagirkeriye çeteyan de bû operasyonek lidarxistin. Di encama vê operasyone de gundê Lîfaf û 4 gundikên bi navê Ehmedê Kino, Mala Ehmet Xelef, Mala Ebû Xelef û Mala Naîf Xelîl ji çeteyan paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyone de heta niha tam nehatiye zelalkirin.

Hêzên me li heman herême êrîş birin ser komên çeteyên ku li gundê Şêx Recûm xwe bi cih kiribûn. Di vê êrîşê de hêzên me maşîneyek a çeteyan, tevî çeteyên di nav de ruxandin.

Îro dane sihare jî hêzên me li heman herême bi armanca rizgarkirina gundê Hîlal a li heman herême operasyon lidarxistin. Piştî pevçunên zehf dijwar, hêzên me gund ji çeteyan paqijkirin. Hêzên me dîsa gundê Hewşa Nasir a ku di vê qadê ku pevçunên zehf dijwar tên jiyîn de ye, tangek a çeteyan tevî çete û cebilxaneya di nav de ruxandin.

Pevçunên li vê qadê cih bi cih berdewam dike.

-KOBANÊ

Berxwedana Kobanê ya ku li hember hewldana dagirkeriya rexistina terorî ya DAIŞ’ê tên meşandin roja 239’emîn de berdewam dike.

Hêzên me şevê din tevî şervanên Suwar El Reqqa li rojhilatê Kobanê operasyonek hevbeş lidarxistin. Operasyone ku bi armanca rizgarkirina gundê Kartêl û derdora vê hat lidarxistin, be serkeftî encam bû. Di encama vê operasyonê de gundê Kartêl û girê stratejîk a Kartêl ji çeteyan hatiye paqijkirin.

Di vê operasyone de qasî hat zelalkirin 15 endame çeteyan hatin kuştin. Hêzên me 9 termên çeteyan dest xistin.

Di vê operasyone de rêhevalekî me ku bi lehengî şer dikir gihişt şehadete.ˮ

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.