ŞemdinliHaber

YPG: Li Kobanê û Cizîrê 16 çete hatin kuştin

Güncel

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê berxwedana Kobanê û Cizîrê ya 24 saetên dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku şer û pevçûnên li herdû kantonan de 16 endamên komên çete hatin kuştin. Her wiha di pevçûnan de şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe jidest daye.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê berxwedana Kobanê û Cizîrê ya 24 saetên dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku şer û pevçûnên li herdû kantonan de 16 endamên komên çete hatin kuştin. Her wiha di pevçûnan de şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe jidest daye.


Daxuyanî wiha ye:

ˮBerxwedana Kobanê ya ku li hember hewldana dagirkeriya rexistina terorî ya DAIŞ’ê tên meşandin ket roja 219’emîn. Duh jî , li başûrê Kobanê, gundê Dîkanê û derdora wê de di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunek hatiye jiyîn. Pevçunên dijwar a ku doh pişt nîvro des tpê kir û heta seatên şevê dom kir de qasî hat zelalkirin 10 endame çeteyan hatin kuştin.

Di vê pevçunê de rêhevalekî me ku bi fedakariyek mezin têdikoşiya, bi lehengî şer kir û gihişt şehadete.
Hêzên me şevê din li ser rêya Sirîn êrîşek lidarxistin. Êrîşê de konwoyek a çeteyan a ku di nava tevgere de bû hatin hedef girtin. Di vê êrîşê de 1 maşineye leşkerî û 1 motorsîklat hatin ruxandin. Qasî hatiye zelalkirin, di vê êrîşê de 2 çete hatine kuştin.

Komên çeteyan îro jî di seatên sihare de êrîş anîn ser gundê Metrês a ku li heman eniyê ye. Piştî hêzên me bersivê tund da, li vê herême pevçunên dijwar hat jiyankirin û komên çeteyan neçar man birevin. Li vê qadê jî qasî hatiye zelalkirin 3 endame çeteyan hatin kuştin.ˮ

Di daxuyaniyê de derbarê berxwedana kantona Cizîrê jî ev titş hatin gotin: ˮPevçunên di navbera hêzên me û komên çeteyan de ku li ser sînorên rojavaye Kantona Cizîrê tên jiyîn berdewam dike. Şevê din li gundê Til Hefyanê ya giredayî Til Temir, di navbera hêzên me û komên çete de pevçunek hatiye jiyankirin. Di vê pevçunê de qasî hat zelalkirin endameke çeteyan hatiye kuştin.ˮ

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.