Heserokê Rêxistina HDP’ê ya Bazidê Nûrî Çelîk ê di pîrozbahiyê de axivî bibîr xist ku gelê Kurd ji bo cejna Newrozê pîroz bike gelek berdêl da û got, "Me cejna xwe ya pergalê qedexe kir bi berxwedanê wergirt. Me di wê oxirê de gelek şehîd dan. Em van şehîdên xwe bi rêz û hurmet bibîr tînin.”
Hevşaredarê Bazidê Rohat Ozbay jî diyar kir ku gelê Kurd bi Newrozê re ji nû ve çêbû û têkoşîna azadiyê de ti hêz nekare Kurdan bisekinîne.