Di merasîma vekirinê de hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif, Cîgira Seroka Meclîsa Rêveber a Cizîrê Elîzabêt Goriyê, Seroka Desteya Jinan Emîne Umer û cîgirên wê Hêva Erebo û Emel Goriyê, Seroka Desteya Darayî Remziya Mihemed, Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Cûzêf Lehdo, Cîgira Serokê Desteya Vegihînê Şêrîn Adem, her wiha nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan, Rêxistina li dijî tundiya li dijî Jinan Sara(IRC), Rêxistina (SAVE THE CHILDREN) û bi dehan welatiyî beşdarbûn.
Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif axivî û got: ˮEm spasiya Desteya jinan dikin ku di vê dema hesad de gaveke wisa pîroz pêk anîne. Tevî hemû êrîşên çeteyan em xwe bi rêvedibin û em pêdiviyên civaka xwe dizanin û ji bo çareserkirina di nava lêgerîne de.ˮ
Di merasîmê de her wiha Seroka Desteya Jinan Emîne Umer axivî û da zanîn ku ew bi armanca bi cihkirina zarokên sêwî yekem mala zarokên sêwî vekirine û wiha got: ˮTevî xwedîkirina zarokan di mal de baştire, lê ji ber di herêmê de zarokên sêwî û bê xwedî mane zêde bûne. Vekirina malekê dê pêdiviyên wan ên jiyanî di wire de bêne peydakirin.ˮ
Di dawiya axaftina xwe de Umer bang li hemû sazî û dezgehên mirovî kirin ku alîkariya projeya wan bikin û di xwedîderketina zarokên sêwî de cihê xwe bigirin.
Cîgira Seroka Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Eml Goriyê bi zimanê Suryanî axaftinek kir û bi xêrhatine mêvanan kir û vekirina malê li hemû pêkhateyên kantonê pîroz kir.
Piştî axaftin bi dawî bûn benê vekirina malê ji aliyê zaroka sêwî Zîlan ve hate vekirin.
Di merasîmê de koma Berfa Çiya ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê stran pêşkêş kirin.
Di dawiya merasîmê de beşdaran alîkarî kirin sendoqa alîkariyan a mala sêwiyan.