Operasyonên paqijkirina gundên Kobanê di roja 154. de ne. Nobedên berxwedana li ser sînor ku bûne parçeyek ji berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê, dewam dike. Bi armanca destekkirina berxwedana Kobanê, bi ruhê piştevaniya enternasyonalîst îro bi hezaran mirov diherikin gundên berxwedanê. Piraniya komên tên bi şev nobedê digirin û bi roj jî li wargehên ji konan û depoyan kar dikin. Yek ji van koman jî endamên Federasyona Komeleyên ciwanên Sosyalîst e, ku nobeda berxwedanê ya li gundê Miseynterê dewir girtiye.
Ji endamên federasyonê Ozan Aksunger banga tevlîbûna li xebatên ji nû ve avakirinê û nobeda berxwedanê ya li gundan kir û ji ciwanên sosyalîst ên li Kurdistan û Tirkiyeyê re wiha axivî: "Hevalno, rêhevalno werin vê derê, em bi hev re Kobanê ji nû ve ava bikin." Aksunger diyar kir ku di pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê de divê ew li cem gelê herêmê cih bigirin û got, "Li Kobanê em bi wan re vê têkoşînê dewam bikin. Pêwîste di vê demê de piştevanî bêhtir were xurtirin. Werin em bi hev re di pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê de cih bigirin."