ŞemdinliHaber

'Wê HDP hem benda YSK’ê û bendava Heskîfê hilweşîne'

Güncel

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê di navbera partiyan de têkoşîneke mezin tê dayîn. Li Êlihê jî ji ber şerê desthilatdariyê yê di nav rêxistina AKP'ê de, HDP xebatên xwe ye li bajêr bê hevrik dimeşîne.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê di navbera partiyan de têkoşîneke mezin tê dayîn. Li Êlihê jî ji ber şerê desthilatdariyê yê di nav rêxistina AKP'ê de, HDP xebatên xwe ye li bajêr bê hevrik dimeşîne. Li Êlihê, li dijî polîtîkayên koçberkirin û projeyên bendavên ku di dema AKP’ê de hatin lezgîntirin, navçeya ku herî zêde ji HDP’ê bi bendeware, Heskîf e.

Bi temamkirina Bendava Ilisuyê re wê bi sedan cih bên valakirin û  wê mîrateya çandî ya dîrokî ya hezaran salan tine bibe. Heskîfiyên ku nerehetiyên xwe yên li dijî projeyên AKP’ê yên enerjî û ewlehiyê bi dengenî bilind tînin ziman, gotin: “Em amade ne ku benda li pêş HDP’ê û benda ku Heskîfê di bin avê de dihêle, hilweşînin.”

Heskîfiyan da zanîn ku di hilbijartinên herêmî de HDP’ê  bi 7 dengan şaredartî winda kiriye û hat diyarkirin ku dengên wan li sergoyan şewitandî hatine dîtin û got: “Şeva hilbijartinê du caran ceyrana me çû.  Lê wê vê carê ampula AKP’ê temire.” Heskîfî ji ANF’ê re axivîn.

Murat Tekîn: Heskîf bajarekî mozaîk e. Di bin banê xwe de gelek çandan digire. Em wek Hesfiyan polîtîkaya HDP’ê ji nêz ve dişopînin. HDP’ê, hemû gel weke Heskifiyan di bin banê xwe de kir yek, xwedî hêza ku hemû gelên Tirkiyeyê temsîl bike ye.  Bi vê projeyê re HDP’a diçe hilbijartinan, wê bendê derbas bike. Em xwedî hêza ku hem benda hilbijartinê û hem jî ya ku Heskîfê di bin avê de dihêle, wê hilweşînin.

Habîb Zengîn: Ji bo benda YSK’ê ya ji sedî 10 û bendava Ilisuyê tar û mar bibe divê em ji bo HDP’ê bixebitin. Heskîf wek qada sît hat avakirin û tenê saziyên dewletê dikare bên avakirin. Li vir nifûs zêde bû û ji ber vê sedemê mirov neçar man koç bikin. Ji ber vê yekê gelê Heskîfê heta îro, neçar man serî li dijî partiyên pergalê bitewîne û ev jî ji ber cih û sazbûna civakî ye. Mîrateya hevbeş a şaristaniyê ya hezar salî li ber çavan di bin avê de tê hiştin. Partiyên din ên pergalê jî ji ber dizanin ku bendav qirkirina çandî ye, wek ker û lalan e. Em gelê Heskîfê vê dizanin. Gelê Ereb, Mîhelmî, Kurd û yên cuda ku bi salan ligel hev li vir jiyan, koç kirin.  Yekane hêviya me HDP ye. Roj roja cesaretê ye.  Roj roja di bin sîwaneyekê de cih girtinê ye.

Îbrahîm Topkan: Ez 70 salî me, ez rojekê jî neçûme dibistanê.  Bi bendava Heskîfê re em ê hemû tine bibin. Ez vê dibînim, gelo çima ciwan vê nabînin. Mîrateya 10 hezaran salan li vir heye. Ez behsa rez û baxçeyê xwe nakim. Dewlemendiya cîhanê li vir di bin avê de dimîne. Birêz Ocalan vê ji Îmraliyê dibîne, çima siyasetmedarên me vê nabînin. Partiyeke me ya ku bi salen bi berdêlên mezin ji bo xizmetê bide vî gelî, heye. Ew jî HDP ye. Partiya gelan e. Bangek min ji bo partiyên me hene. Barê Birêz Ocalan hinek sivik bikin û serê xwe biêşînin. Serokkomar Erdogan ji bo Heskîfê di bin avêde bihêle, sond xwariye. Gelo parlamenterên me yên ku di vê mijarê de serî biêşînin tine. Ez bê Heskîfê nekarim bijîm. Ger  HDP bendê derbas bike wê hêviyên me  yên ku benda Heskîfê jî bê derbaskirin, zêde bibe.

Alî Demîr: Li Heskîfê xebat her diçin zêde dibin. AKP ne hewceyê dengên Heskîfê ye.  Li navçeyek wek Heskîfê ku 2 hezar nifûsa wê heye, şeva hilbijartinê ceyran birîn. Deng dizîn. Em li Heskîfê gelek kêm in. Lê em çanda xwe didin jiyîn. Gelek bawerî ligel hev dijîn. Bi destûra Xweda HDP yekane nûnerê vê mozaîkê ye.  Ger HDP qezenc bike wê kes nekaribe Heskîfê di bin avê de bihêle.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.