Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê cenazeyên şervanên YPG’ê Fatih Sait Tanriverdî (Şoreş Andok), Fevzî Çakir (Rizgar Amed) û Diyar Bakir (Kurdo Amed) ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, îro birin Deriyê Sînor ê Kobanê da ku derbasî Bakur bikin. Lê rayedarên Tirkiyê bêyî hincet nehiştin ku cenaze bêne derbaskirin.
Li ser vê yekê cenazeyên hersê şervanan vegerandin Saziya Malbatên Şehîdan.
Nasnameyên şervanan wiha ne:
Nav û paşnav: Fatih Sitki Tanriverdî
Nansanv: Şoreş Andok
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Amed/1995
30 gulanê di berxwedana gundê Cîtonikê jiyana xwe jid est da
——
Nav û paşnav: Fewzî Çaqir
Nasnav: Rizgar Amed
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Mardîn/Şemrex/1989
Di 3’ê adarê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da
———-
Nav û paşnav: Diyar Bakir
Nasnav: Kurdo Amed
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Amed/1993
Di sala 2011’an tevlî nava refên berxwedanê bû û 29’ê tebaxa 2014’an di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da