Şervanên YPG û YPJ’ê di 11’ê gulanê de gundê Eşrea yê rojavayê Hesekê piştî şerê 3 rojan ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Şêniyên gund ku ji aliyê çeteyan jig und hatibûn derxistin vegeriyan gundê û kêfxweşiya xwe anîn ziman. Gundiyan destnîşan kirin ku di nava çeteyan de gelek biyaniyên ji Firansa, Filipîn û Çeçandistanê hebûn.
Gundiyan spasiya hêzn YPG û YPJ’ê kirinû hestê bi bi gotinên wekî ˮEm ji nû ve jidayîkbûne. Em êdî di gundê xwe de digerinˮ anîn ziman.