Demokratik Bölgeler Partisi Şemdinli İlçe Teşkilatının (DBP), çağrısıyla binlerce kişi IŞİD çetelerinin Kobanê'ye saldırısını protesto etti.
IŞİD çetelerinin Kobanê’ye yönelik saldırılarını protesto etmek için Avrupa ve Kürdistan’ın bir çok şehrinde protesto eylemleri düzenlenirken, Şemdinli'deki adres Şemdinli Demokratik Bölgeler Partisi ilçe teşkilatı önü oldu. Ellerinde sarı, kırmızı, yeşil flamalar ve PKK lideri Abdullah Öcalan ve YPG bayraklarıyla DBP ilçe teşkilatı önünde bir araya gelen binlerce kişi IŞİD'in Kobanê’ye saldırısını protesto etti.
Yürüyüş ve basın açıklamasına Barış Annelerin yanı sıra ilçedeki diğer tüm Sivil Toplum Kuruluşları da destek verdi. Yürüyüş ve basın açıklamasında sık sık "Bijî Berxwedana Kobanê", "Katil IŞİD işbirlikçi AKP", “Kobanê halkı yalnız değildir”, “ Kürdistan faşizme mezar olacak”, “Bijî Serok Apo” sloganlarını haykırdı. Polisin güvenlik önlemleri aldığı yürüyüş vebasın açıklamasında, IŞİD çetelerine karşı direnişte hayatını kaybeden YPG ve YPJ savaşçıları için bir dakikalık saygı duruşu gerçekleştirdi. "Şehid namirin" sloganları eşliğinde ilk sözü DBP İlçe Yöneticisi Husret Akbaş aldı.
DBP İlçe Yöneticisi Husret Akbaş, yürüyüş ve basın açıklamasına katılan herkesi selamladıktan sonra Azadi Hareketi Üyesi Mıratxan Şemzînî sözü aldı.
Kitle adına Kürtçe açıklama yapan Şemzînî şöyle dedi:
Bijî Yekîtiya Milletê Kurd, Bijî Berxwedana Şervanên Kurdistanê, Bijî Kurd û Kurdistan!
DBP İlçe Yöneticisi Husret Akbaş, yürüyüş ve basın açıklamasına katılan herkesi selamladıktan sonra Azadi Hareketi Üyesi Mıratxan Şemzînî sözü aldı.
Kitle adına Kürtçe açıklama yapan Şemzînî şöyle dedi:
Di tarîxa Kurdistanê da bi sedan komkujî, talan û muhacirî li serê miletê me hatine. Sedsala buhurî, texer îşxalkerên Kurdistanê ev felaket û rûreşî înane serê miletê me. Kurdistan dîsa bi beramber êrîşeke mezin û dijwar e. Nêzîkî meh û nîv berê Şingal û evro jî Kobanî ji hemî rexan ve ketiye ber êrîş û hemleyên tîrorîstên DAIŞê. Êrîşên li ser Kobaniyê tenê siyasî nîne, armanca van êrîşan ew e ku kurd bibin muhacir, kurd bêne qirkirin û welatê xwe betal û vala bikin. Yanî armanca eslî ew e ku miletê kurd ji beyn biçe. Lê belê, îro kurd ne kurdên berê ne. Tifaq û yekîtiya kurdan her roj pêşve diçe û quwettir dibe. Kurd êdî dost û dijminên xwe baş dinasin. Divêt em herwiha ji bîr nekin ku DAIŞê nokerên xwe hene û divêt em çi caran wan ji bîr nekirn û rûyê wan ê rastî aşkera bikin. Her kê pişta wan bigire û harîkariya wan bike, bila kurd wan baş binasin.
Şervan û qehremanên kurd li Rojavayê Kurdistanê, bi can û riha xwe, li hember êrîşên terosîstan bo rûmet û serbilindiya xwe mucadeleyê dikin û van êrîşên wehş û hovane pûç dikin. Herwiha, li her çar parçeyan û li derveyî Kurdistanê, dilê miletê kurd ligel xwîşk û birayên xwe yên li Kobaniyê lêdide. Yanî duhî Şingal û îro jî Kobanî dilê Kurdistanê ye. Çiqas êrîş bên ser kurdan tifaq û yekîtiya kurdan jî ewqas xurttir dibe. Ew jî ji bo miletê kurd cihê xweşhaliyê û bextewariyê ye. Hêvî û daxwaza me ji hemû cihanê û taybetî jî ji miletê kurd ew e ku li hember zulm, talan û êrîşên hovane bêdeng nemînin. Banga me bo Yekîtiya Ewropa, Amerîka û Cîhana îslamê, bo rêxistinên mafê mirovan yên navdewletî ye, ku hinde zêde behsê heqên mirovan dikin, heqên heywanan dikin, dibêjin em li dijî wan kesan in yên ku heqên insaniyete pêpest dikin. Lê belê îro bo çi bêdeng in. Herwiha em ji cemawerê Kurdistanê re dibêjin ku evro ji hemû rojan zêdetir dengê xwe bilind bikin û yekîtiya xwe zeft û xurttir bikin. Çunkû rizgarbûn û azadbûna kurd û Kurdistanê, di yekîtî û biratiya kurdan da ye. Em wek sazî û dezgehên sivîl û siyasî yên Şemzînan, wek DBP, KCD, Hereketa Azadî, MEYADER, KURDÎDER, YAKINDER, Navenda Çanda Guldexwîn, Şemdinli Dogaseverler Dernegî, ŞESO, TUM BELSEN, careke dî bangê li hemû partî û rêxistinên kurdan dikin ku evro destê xwe bidin yek, da ku morala şervanên kurd jî xurt be. Yê ku dibêje ez mirov im, ez bisilman im, divêt îro bêdeng nebe. Çunkû îro roja mirovatî û wijdanê ye. Wekî felaket û komkujiyên din, îro jî sef û refên mezlûm û zaliman li ber çavan in.
Bijî Yekîtiya Milletê Kurd, Bijî Berxwedana Şervanên Kurdistanê, Bijî Kurd û Kurdistan!