Kurdên Rojavayî yên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û El Nûsra neçar man koçî Başûrê Kurdistanê bikin, li bazar, park û kolanên Silêmaniyeyê bi firotina av, çay û kîsikan re hewl didin xwe debara xwe bikin.
HIKÛMETÊ ALÎKARIYA PÊWÎST NEDA
Rojavayiyên li cihên cuda yên Başûre Kurdistanê belav bûne, di nava şert û mercên nebaş ên jiyanê de hewl didin bijîn. Li hin deveran li kampên komî, li hin cihan jî li taxên berbajêr hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê heta niha bi awayekî cidî derfetên kar û stargehê nedaye Rojavayiyan.
Tevî zehmetiyên psîkolojîk û aboriyê yên mercên giran ên penaberiyê, zarokên neçar man barê giran ê aboriyê yê jiyanê di temenekî biçûk de hilgirin ser milê xwe, di nava mercên bê perwerde û nebaş de neçar mane tevlî jiyaneke ku hînê wan bi xwe tiştek jê fêm nekirine.
'BILA DERFETA KAR BIDIN ME'
Kurdên Rojavayî diyar dikin ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi têrkerî alîkariyê nade wan û destnîşan kirni ku koçberiya ji xaka xwe, ketina rewşa penaberiyê gelekî zor e. Rojavayî daxwaza alîkariyê li hikûmeta herêma Kurdistanê dikin û dibejin, "Penaberî bi xwe psîkolojiyeke giran e, di ser re zehmetiyên aboriyê lê zêde dibin. Em dixwazin ku hikûmeta herêma Kurdistanê alîkariyê bide gelê Rojava yê penaber bûye û derfetên kar pêşkêş bike. Eger îro derfetên me hebûna, qet nebe me dikarî alîkariya aborî bida gelê xwe yê li Rojava têdikoşe."
'JI BER KU NEXWEŞ IM JI ROJAVA HATIM'
Rojavayiyê bi navê Îbrahîm ku pîşeyê wî dartaşî ye diyar dike ku ji ber nexweş e neçar maye ji Rojava koç bike û li park û kolanan bi firotina çayê hewl dide debara xwe bike. Penaberiyê Rojavayî dibêje, "Ava her du çongên min jî qediya ye. Dema dimeşim ji çongê min dengê sûtana hestî tê. Ev du sal û nîv e li Başûrê Kurdistanê me. Bavê min, diya min, xwişk-birayên min li Hesekê man. Ji bo hem tedawiya xwe bibim hem jî alîkariya aborî bi wan re bikim hatim vê derê. Lê belê nedikarim tedawiya xwe bikim ne jî alîkariyê bidim wan."
Îbrahîm da xuyakirin ku ji bo tedawî bibe alîkarî ji kesekî negirtiye û rojane 17-18 hezar dînarî qezenç dike. Dibêje 'sê zarokên min hene lê bi zorê li wan dinêrim' û axaftina xwe wiha dewam dike: "Bi pereyê qezenç dikim re bi zorê li zarokên xwe dinêrim. Malbata min, dê, bav, xwişk û birayên min li Hesekê di nava şert û mercên gelekî giran de têdikoş in. Ji bo alîkariya aboriyê bi wan re bikim û tedawî bibim hatim vê derê. Lê belê bi pereyê qezenç dikim re bi zorê em debara xwe dikin. Dema hinekî din qezenç dikim wê jî li dermanên xwe xerc dikim. Lewma nikarim alîkariyê bi malbata xwe re bikim."
Îbrahîm da zanîn ku ji bo tedawiyê ew fikiriye biçe Tirkiyeyê lê belê ji ber ku pereyê pasaportê peyda nekiriye nekariye biçe. Îbrahîm diyar kir ku doktoran ji wî re gotine divê tavilê emeliyat bibe û herî kêm bi 8 mehan isrehet bike, lê belê di şert û mercên heyî de ew nikare vê bike.
'DI FIRSENDA DESTPÊKÊ DE EM Ê LI XAKA XWE VEGERIN'
Rojavayiyê bi navê Îdrîs Huseyîn ê di sala 2012'an de neçar ma koçî Başûrê Kurdistanê bike, li kampa penaberan a Erbet a Silêmaniyeyê dimîne. Bavê 6 zarokan Îdrîs diyar dike ku ew li Başûrê Kurdistanê zehmetiyên mezin ên aboriyê dibînin û divê demek berî demekê alîkariya pêwîst bi wan re bê kirin.
Îdrîs Huseyîn zor û zehmetiyên dijî bi vî rengî rave dike: "Em li vir li kampa Erbetê dimînin. Şert û mercên kampê giran e. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê alîkariyeke qismî pêşkêş kir. Lê ev têrê nake. Em jî nikarin kar bibînin. Em ji ber xaka şerê li ser xaka me hatin vê derê. Li vê derê bi têkoşîna mayîna li jiyanê re rû bi rû ne. 2 salan min li cihekî emelîtî kir, lê belê min nekarî pereyê xwe bistînim."
Huseyîn anî ziman ku du zarokên wî av û çayê difiroş in û ew jî dema kar bi dest bikeve li înşaetan emelîtiyê dike û got, "Lê belê qezenca me hersêyan gelekî kêm e. Gelekî zehmet e ku di nava van şert û mercan de em debara xwe bikin. Ne tenê em, her kesên ji Rojava tên vê derê, li van zehmetiyên mezin rast tên. Zarokên me nikarin biçin dibistanê, nikarin perwerdeya xwe dewam bikin. Derfetên mayînde yên kar nînin. Qezenca me jî ancax têra pêwîstiyên me yên rojane dike. Li kampê zêdeyî 2000 mirov hene. Hemû jî bêkar in. Gelê Rojava ji ber şer neçar ma koçî başûr bike. Em ketine rewşa penaberiyê. Ev ne tercîha me bû. Lê belê divê hikûmeta herêma Kurdistanê alîkariyê bide me. Ji xwe di firsenda destpêkê de em ê li xaka xwe vegerin."
'KES NAXWAZE LI WELATÊ XWE BIBE PENABER'
Endezyarê elektrîkê Seîd ê ji bajarê Dêrikê, ku sê sal in li Başûrê Kurdistanê ye, li kolanên Silêmaniyeyê bi firotina çayê debara xwe dike. Seîd anî ziman ku ew li Başûrê Kurdistanê li zehmetiyên giran rast tên û anî ziman ku problema herî mezin a mirovên ji Rojava koç kirine ekonomîk e. Gava li vir jî krîza aboriyê der bû, em bi temamî bêkar man."
Seîd zor û zehmetiyên penaberên Rojavayî lê rast tên bi vî rengî tîne ziman: "Hemû ferdên malbatên koç kirine dixebitin. Dema dibêjim dixebite, mebesta min; kîsikan difiroş in, çay difiroş in, avê difiroş in, benîşt difiroş in. Wekî din ji ber zehmetiyên aboriyê zarokên me di nava şert û mercên nebaş de mezin dibin. Dibistan nîne zarokên me biçin. Ji xwe derfetên me ji bo vê yekê nîne.. Carna mirovên li vê derê me weke barekî dibînin. Halbûkî em jî nedifikirîn ku em ê rojekê bibin penaber. Kî dixwaze li welatê xwe bibe penaber? Em jî dixwazin li bajar, li gundên xwe jiyana xwe ava bikin. Lê belê rewşa me îro cuda ye. Heta ku em rojekê li xaka xwe vegerin, divê em jiyana xwe dewam bikin. Lê belê heta wê demê divê hikûmeta başûr alîkariya pêwîst bide gelê Rojava."