Cemal Coşkun ê berdevkê Kongreya Civaka Demokrtîk (KCD) dikir û di dema operasyonên KCK'ê de derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bû heya demekê jî nûnertiya DBP'ê ya Hewlêrê dikir li Enqerê hat binçavkirin. Cemal Çoşkun di saetên sibehê de li otela lê dima ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û birin midûriyeta polîsan.
Her wiha sedema binçavkirina Çoşkun nehat zanîn.