DÎLOK
Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Dîlokê di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê de li taxa Cûmhûriyetê buroya hilbijartinê vekir. Li gel namzetên parlamenteriyê yên HDP'yî Mahmût Togrûl, Gulseren Kocaer û Fatoş Çetînkaya bi sedan kes tevlî merasîma vekirina buroyê bûn.
ÊLIH
Nazmetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Êlihê Alî Atalan, Ayşe Acar Başaran û Hasan Yagiz, li navenda bajêr tevlî merasîma Buroya Hilbijartinê ya Navendî bûn. Di merasîma ku bi hezaran kes lê amade bûn de, qurdeleya buroyê ji aliyê Dayikên Aştiyê û namzetan ve hat birîn. Dûre hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Mizgîn derketin ser dikê û heta derengiya şevê li ber stranên wan govend hat gerandin.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê jî, namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê Hulya Gungor, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxa Yazibaşi ya Torbaliyê buroya hilbijartinê vekir. Tevî Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Cavît Ûgûr bi sedan kes beşdarî merasîma vekirinê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê Ûgûr mafê axaftinê girt û diyar kir ku ji bo deng ji HDP'ê re were dayîn gelek sedem hene. Namzeta parlamenteriyê Hulya Gurgor jî got, "HDP jin, zarok, ciwan, kedkar, xweza, aştî, biratî ye. Em hemû HDP ne, HDP tevahiya gelên vî welatî ye." Merasîma vekirina buroyê bi gerandina govendê bi dawî bû.
AYDIN
Li navçeya Aydin Sûltanhîsarê jî HDP'ê şahiyek lidar xist. Di şahiya li buroya hilbijartinê de ku namzet Fîlîz Koçalî jî lê amade bû, jin û ciwanan eleqeyeke mezin nîşan dan. Koçalî di axaftina xwe ya li vir de got, "7'ê Hezîranê roja meşa Tirkiyeyê ya ber bi hêviyê ve ye. Di vir de wezîfeya herî mezin dikeve ser milê jin û ciwanan. Li derdorê diz zêde bûne. Di 7'ê Hezîranê de em ê xwedî li tevahiya sindoqên xwe derkevin. Bend li pêşiya me ne asteng e, me bend bi we re ji zûdeyî derbas kirine."
ELEZÎZ
Meclîsa HDP'ê ya Ciwanan Şaxê Elezîzê bi beşdariya bi sedan kesî Şahiyeke Ciwanan organîze kir. Şahiya bi dirûşma "Ciwan mezin dibin, ber bi şoreşê ve dimeşin' li taxa Abdûllah Paşa li Parka Şadirvan pêk hat. Di şahiyê de namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Elezîzê Alî Cemal Zulfîkar, Turkan Bîngol û Îbrahîm Bîngol jî amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, şahî bi stranên hunermendên herêmî û gerandina govendê dewam kir. Di şahiyê de hunermend Hîvron û Farqîn jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
COLEMÊRG
Li navçeya Colemêrg Geverê ji aliyê Meclîsa Taxa Dîze ve şahiya hilbijartinê hat lidarxistin. Di şahiya li ber Mizgefta Hecî Abdûllah a li taxa Yeşîldereyê de, namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê Selma Irmak, Nîhat Akdogan û Abdûllah Zeydan tevî şêniyên navçeyê amade bûn. Namzet Zeydan di şahiyê de ragihand ku di 7'ê Hezîranê de wezîfeyeke dîrokî dikeve ser milê Kurd, Tirk û hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn û destnîşan kir ku ew ê hegemonya AKP'ê rawestînin. Dûre Hevseroka KCD'ê û namzeta Colemêgê Selma Irmak peyivî û diyar kir ku her dengê di 7'ê Hezîranê de were bikaranîn wê zîndana azad bike, ciwanên Kurd ên li serê çiyê têdikoşin, daxîne qada siyasetê û hêsrên çavan bisekinîne. Şahî heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.