ŞemdinliHaber

Mîhrecana govendê destpê kir

Güncel

Mîhrecana yekem a govenda Kurdî ya kantona Cizîrê li navenda çand û Hunerê ya Aram Dîkran a bajarê Rimêlan destpê kir.

Mîhrecana bi tevlîbûna koma Şehîd Goran a ji Amûdê, Koma Bêrîvan ji Serêkaniyê, Zîlan û Serhed ji Dirbêsiyê, Welat ji Qamişlo, Tolhildan ji Hesekê, Warşîn ji Tirbespiyê, Zîlan ji Rimêlan, Zîlan ji Dêrikê û Koçera ya herêma Koçerat destpê kir. Di mîhrecanê de  Seroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid, cîgirê wê Ednan Ibrehîm, nûnerên Tevgera Çand û Hunerê ya Kantonê, Nûnerên TEV-DEM´ê, Yekîtiya Star  û bi sedan welatiyên herêmê beşdar bûn.

Di salona mîhrecanê de wêneyên komên govendê û sembolên ku nûnerên çanda kurdî dikirin hatibûn dalqandin.

Mihrecan bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Endamê Komîteya Amedakar Mistefa Şahîn axivî û bi xêr hatine mêvanan kir. Şahîn, wiha got ku amadekariya mîhrecanê di nava meh û nîvekê de hate kirin û da zanîn ku pêkanîna mîhrecanê di vê demê de têkçûna planên qirkirina çandî ya li dijî gelê kurd hatibû meşandin nîşan dide.

Piştre komîteya nirxandinê ku ji 5 kedan pêk tê derket ser dike da ku li govendên hemû koman temaşe bike û koma yekem derkeve diyar bike. Koma yekem a derket ser dikê Koma Tol Hildan a ji Hesekê bû û govenda xwe pêş kêş kir.

Mîhrecan bi hemû heyecan û coşa xwe didome.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.