Fazli Toplayici, Îsmaîl Gunay û Suleyman Gunay ên di dema berxwedana Kobanê de ji Îzmîrê çibûn Kobanê û wêneyên dema li Kobanê bûn kişandibûn û li ser hesabê çapemeniya civakî weşandibûn. Li ser vê yekê polîsan duh bi ser malên wan de girtin û ew binçavkirin.
Sê kesên piştî îfadeyên wan li Midûriyeta Polîsan hat girtin, ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin.
Dadgeha Cezaya Sulh a 4. a Îzmîrê bi îdîaya ku her sê kes ‘endamên rêxistina çekdarî ne’ biryara girtina wan da. Welatiyên hatin girtin, şandin Girtîgeha Kiriklarê.